Li Dersimê jehra Naziyan

Belge derketin holê ku îsbat dikin ku destê Mustfa Kemal ê Serokkomarê yekê yê Komara Tirkiyeyê heye di gazên jehrî yên li Dêrsimê di qirrkirina xelkê de hatin bikaranîn. Nûrî Dersimî yekem kes e ku li ser vê mijarê nivîsîbû. Paşê Midûrê Polîsan ê Giştî yê Tirk ê hingê Îhsan Sabrî Çaglayangil jî li vê yekê “mikur” hatibû. Niha di rojnameya “Dersim Gazetesi” de Husnu Gurbey û Mahsunî Gul gihiştin wan belgeyan ku kirrîna gazên kîmyewî yên jehrî, balefirên wan bikar bînin bi îmzeya Mustafa Kemal pêk hatiye.

Bi destê Ataturk qirrkirin

Li gorî van belgeya, 20 ton gaza Chloracetophenon û Îperît,  Tîrmeha 1937´an li Dersimê hat bikaranîn. Balefirên bombebaranê yên Heinkel jî ji Emerîkayê hatine kirrîn.

Li ser belgeya destûra kirrîna gazên Chloracetophenon, Îperît û yên din û her weha techîzata di bombeyan de bicihkirina wan, bi îmzeya Mustafa Kemal ango Ataturkê Tirkan e. Dîsa balefirên  bombebarandinê yên Emerîkî yên taybet jî ji Emerîkayê hatine kirrîn bi destûra Mustafa Kemal. Yanî dewleta Tirk a nû ji şer derketî, derfetên xwe yên kêm li gazên jehrî û sîlehan radizîne, ji bo ku qirrkirina Dersimê bibe serî. Ev belge û nûçe wê di rojnameya Dersim Gazetesi de 3 rojan li ser hev bên îfşakirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

Yazarın diğer yazıları

    None Found