Li derveyî welêt sewteke resen

Hunermend Silêman Rengîn: “Gelek caran li ber paleya genim bi teqla das û qeynaxên di pêçiyên destê xwe de, bav û Apê min li hev vedigerandin.”

MURAT MANG / BIELEFELD

Civaka êzîdî ya di bin zorê de berê xwe da welatên cîhanê. Êzîdî herî zêde li Ewrûpayê bi cîh bûne. Ji alîyê çandê ve ê ku xwe herî zêde parastine jî, dîsa civaka êzîdî ye. Em dikarin beşa muzîkê wek mînak nîşan bidin. Kesên li welatê xwe bi muzikê ve eleqeder dibûn ji ber qedexeyên dewletê evîna xwe ya muzîkê li Ewrûpayê devam kirin. Aliyê xwe yê muzîkê pêş xistin. Tevî xwe civaka xwe bê muzik nehîştin. Silêman Rengin yek ji wan e. Em bi Hunermendê kurd ê êzîdî Silêman Rengîn li ser xebatên wî û muzîka wî axivîn.

Me Muzîka Kurdî ya rîtmîk û şoreşgerî nas kir

Silêman Rengîn di dawiya salên 1960´an de li navçeya Rihayê Wêranşarê li gundê Qoriyê wek zarokekî Kurd ê êzîdî tê dinyayê. Rihê muzikê ji bavê xwe digire û heya îro devam kiriye. Bavê Silêman Rengîn wan deman amûrê muzîkê wek ney, billûr lêdaye. Hunermend Rengîn ji bo bavê xwe û dema xwe ya zarokatîyê waha dibêje. “Gelek xweş tê bîra min ku bavê min sitran jî digot û wek mînak sitrana bi navê ´Gulê Hoynar´ gelek caran li ber paleya genim bi teqla das û qeynaxên di pêçiyên destê xwe de, wî û Apê min li hev du vedigerandin. Di sala 1974-76 an de li gundê me tenê radyo ya bavê min hebû, ew dem her çiqas me bi zimanê tirkî nizanîbû jî lê muzîka gelêrî ya gelê Kurd bû. Navê wê kiribûn “Türk halk muziği, yurttan sesler” tenê gotinê wê guhertibûn. Me guhdarî dikir û gelek bi me xweş dihat. Ji 1981´an û vir de me dikarîbû bi zimanê Tirkî jî strana bixwînin, lê wê demê ji ber sîstema desthilatdaran çawa li Kurdîstanê muzika bi zimanê Kurdî qedexe bû, heman demê li ba me jî stranê Kurdî qedexebûn, tenê stranên dengbêjî di herêma me de hunermendê wek Mahmûdê Hesê û Hesenê Gulê dixwendin. Ji ber stranên dengbêjî, serpêhatiyê ku di nava gelê Kurd de bi rastî qewimîbûn û gelek dirêj bûn. Ji me re gelek giran dihat. Bi koçberiya derketina ji welat, me Muzîka Kurdî ya bi rîtmîk û şoreşgerî nas kir.”

Muzîka Kurdî bi rîtma paleyiyê re li hev e

Silêman Rengin dibêjê ez herî zêde li bin bandora Hunermend Hozan Dilgeş û Şivan Perwer de mam. Dema ku dikeve nav kar û xabata muzîkê dest bi lêkolîna sitrana zarokatîya xwe ya ´Gulê Hoynar´ dike. Silêman Rengîn ji bo encama lekolîna sitrana Gulê Hoynar waha axivî “Dema ez ketim nava kar û xebata muzîkê ez fikirim ku ew sitrana gelêrî bi navê Gulê Hoynar ku meqama xwe beyate û usûl-rîtima xwe 5/8‘e li hûnandina paleya genim ya bi das û qeynaxan çiqas li hevdu hatiye û dihat jî. Jixwe genim di şahristaniyê de li erdê mezopotamyayê derketiye holê û ew erd jî Kurdîstan e. Wek em dizanin çand û beşên çandî piştî hebûna însanan derketiye. Dawîyê da ez gihîştîme wê encamê ku ew rîtima em jê re dibêjin botanî ê ku 5/8 bi tevî çinîna geniman re ji nav çanda gelê Kurd derketiye holê.”

Stranên min ên li ser şehîdan ji bo min taybet in

Silêman Rengîn tarza muzîka xwe wek gelerî û şoreşgerî bi nav dike û heya îro albumek derxistî ye. Helbesta muzîkê dinivîse, muzika sitrana xwe jî bi xwe çêdike. Li ser wan xebatên xwe jî Birêz Rengin waha axivî “Min di sala 1998´an de qursa Tembûr bi nota û zanistî girt. Pê re girêdayî me di herikandina jiyanê de sitran tekst û muzik jî çêkirin. Piştî 18 salan di nava mûzikê de me Albûma bi navê Berbanga Azadiyê & Tu Delalî tomarkir û ji hêla firma muzîkê ya Mîr muzîk ve hate belavkirin. Vê gavê jî me albûma 2´mîn bi navê “Bê te tune me” xelas kiriye û di demek nêz de wê derkeve hemberî hezkirîyên muzîkê. Di albuma dawîyê de 10 sitran hene. Ji wan 6 sitran min nivîsîye. Di albuma yekemin de jî 12 sitran hebûn ji wan 9 sitran min nivîsîbûn.”

Silêman rengîn di albuma xwe ya dawî ya bi navê “Bê te tune me” de şehîdên Kurdistanê yên dema dawî wek mînak Mam Zekî Şengalî, Mehmet Tunç, Tahir Elçi jî bi bîr tîne û waha diaxive “Di vê albûmê de stranên taybet ji bo min hene, bê guman hemû xweş in, lê ji bo şehîdê netewa Kurd wek sitrana Mamê Zekî, Sitrana Amedim di berxwedana Sûr, Cizîr û Gewerê de şehîdê wek nemir Mehmet Tunç, Sêvê û Tahîr Elçî ne. Sitrana şehîd can jî, di berxwedana li hember dijminê însanetiyê DAIŞ´ê de li Şengalê şehîd Mehmet Mendanlioglu, ji welatê ku ez jî lê hatime dinê Wêranşarê ye, û Enwer Xêro, Xidir Mîrza jî ji başûrê Kurdîstan Şengal – Gohbel hatiyê dinê û ev stran ji bo min taybet in.”

Tarza stranên min Şoreşgerî Gelêri ye

Hunermendê kurd ê êzîdî Silêman Rengîn her wusa endam û xebatkarê Navenda çanda Êzîdxanê ye. Hunermend Rengîn tevî muzîkê karên din jî dimeşîne. Ji bo kar û xebatên xwe me agahdar kir û waha got: “Demeke dirêj e, ez di nava saziya çandê de xebat dimeşînim û di 2008´an de me saziya çandê ya bi navê berê “Platforma Hunermendên Kurdên Êzidî”, bi navê nû “Navenda Çanda Êzîdxanê”. Ji destpêka damezrandina saziyê û heya îro ez di koordîna wê de aktîv xebata xwe dimeşînim. Ji 2013´an û vir de em di herêma xwe ya Bremenê de tevî hevalên hunermend ên din ku li heremê ne, xebata koroya zarokan dikin û her wuha di nava sazî û dezgehên xwe de jî xebatên civakî dimeşînin”

Dema ku em bi hunermendekî kurd diaxivin, helbet nerîna wan ya der heqê rewşa muzika kurdî ya giştî de jî em dipirsin. Me ev pirsa xwe ji Hunermend Silêman Rengîn jî pirsî? Rengin rewşa dawî ya muzîka kurdî bi taybetî jî ya derveyî welat waha nirxand. “Rewşa muzîka Kurdî li derveyî welat ez dikarim wusa bînim ziman; hunermendên ku li Ewrûpayê dimînin di warê nivîsandina teksta muzîkê de ji ber sîstemê, ji hunermendên li welat bêhtir azad in. Li Bakurê Kurdîstanê çawa hebûna gelê Kurd hatiye qedexekirin, muzîka Kurdî jî hatiye çewisandin. Bi hatina teknolojiyê re û di serdema me ya îro de muzîka Kurdî her çiqas welate me ne azad be jî, ji ber dewlemendiya zimanê Kurdî zengîn û rengîn e. Ji bo wê jî muzîka kurdî li gel muzîka rojhilita navîn di rewşeke baş de ye. Alîyê din, bi hatina teknolojîyê re berhemên ku hunermendên Kurd çêdikin di warê aborî de nagihên encamekê. Ji ber wê jî hunermendê Kurd dema dawî tomarkirina albuman kêm kirine, bê guman ev pirsgirêk ji bo hunermendên neteweyên din jî hene.”

Muzîk ji bo parastina çandê girîng e

Ji bo parastina çandê, muzik an jî huner cihekî pir girîng digire. Civaka kurd li Ewrûpayê hewil dide çanda xwe biparêze. Muzika kurdî di parastina çandê de çiqasî dibe alîkar? Silêman Rengîn ji bo bersivê xebata xwe ya koroyê minak dide û girîngîya ziman û perwerdeya zarokan tîne ziman. Silêman Rengîn girîngîya muzîka kurdî ya li ser civakê tîne ziman “Li gorî min Muzîka Kurdî ji bo parastina çandê gelek gelek giring e, û dibe alîkar, mînak zarokên me li diyasporayê di nava cercereya qirkirina sipî de, ji ber ku li hêlekê ziman li hêla din çandeke din. Dest pêkê min behsa wêje û perwerdeya koro kiriye, piştî perwerdeya koro gelek dayikan digot, “Zimanê zarokên me bi stran û perwerdeya hûn didin baştir û zelaltir bûye.”

Dibê bêhtir li diyasporayê sazî û dezgehên Kurd li ser çandê û ziman bisekinin. Nexwe wê bi çi rengî çanda Kurd bi zarokan, bi ciwanan xweş bibe?”

Silêman Rengîn herî dawî li ser eleqaya ciwanên kurd ya li ser muzikê nêrînên xwe anî ziman û banga xwe ji bîr nekir. Silêman Rengîn axaftina xwe waha bi dawî kir. “Ger dayik di mal de bi zimanê dayikê neaxive û ciwan neyên ba hev û li ser çanda xwe bi hev re nexebitin wê demê asîmîlasyoneke xeter heye û jixwe her diçe jî zêde dibe. Mînak dema mirov bi ciwanekî neperwerdekirî re diaxive, ew cîwan ji ber bi zimanê xwe nikare xwe îfade bike werdigerîne zimanê welatê lê dimîne. Bangawaziya min ji bo ciwanan ev e, zimanê dayikê baş fêr bibin. Dema ku mirov bixwaze derfet pir in. Ya din, divê ciwan ji aktîvîteyên civakî kêm nemînin.”

Yazarın diğer yazıları

    None Found