‘Li dij tevkujiyê bêdeng nemînin’

Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal di peyama xwe de bal kişand ser komkujiya li Rojavayê Kurdistanê tê meşandin û ji Hikûmeta Başûrê Kurdistanê xwest li hemberî komkujiyê bêdeng nemîne û deriyê sînor ê Sêmalka veke.

Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal bi wesîleya Cejna Remezanê peyamek weşand. Kartal Cejna Remezanê li gelê Kurd û cîhana Îslamê pîroz kir û xwest bibe wesîleya aştî, yekitî û piştgiriya civakî.
Kartal da xuyakirin ku Kurdên li Rojava cejnê bi hovîtî û komkujiyan pêşwazî dike û li hemberî bêdengiya hêzên navnetewî û Hikûmeta Başûrê Kurdistanê nerazîbûn nîşan da. Kartal di peyama xwe de weha got: "Çeteyên Eniya El Nûsra û Dewleta Îslam a Şam-Iraq ku qaşo li ser navê Îslamê şer dikin, li dijî gelê Kurd komkujiyan dikin. Li hemberî van komkujiyên li jin, zarok û mirovên sivîl tên kirin, raya giştî bêdeng e. Polîtîkayên Ewropa, Emerîka û piştgiriya welatên cîdan ên li çeteyan tê zanîn, lê bêdengiya Serokatiya Herêma Kurdistana Federal û Hikûmeta Başûrê Kurdistanê nayê fêmkirin. Li gel Cejna Remezanê girtina deriyê sînor ê Sêmalka û bêdengiya Hikûmeta Başûr li hemberî komkujiya li Rojavayê Kurdistanê nayê qebûlkirin. Di vê pêvajoya hesas a xebatên Kongreya Netewî ya Kurd tê meşandin de, divê nêzîkatiya piştgirî û yekitiya netewî bi taybetî derkevin pêş û her kes xwedî li gelê Rojava derkeve."
Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal her weha bibîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, nûnerên gel û bi hezaran siyasetmedar cejnê li zîndanan pêşwazî dikin û destnîşan kir ku divê serdanên cejna Remezanê di heman demê de bibin bingeha biryardariya li çalakiyên demokratîkbûyînê. Kartal di dawiya peyama xwe de cejna Remezanê pîroz kir û ji têkoşîna azadiyê a pîroz a gelê Kurd re serketin xwest. 

BRUKSEL


Cejneke xemgîn

Sazî û rêxistinên Kurd di peyamên xwe yên Cejna Ramazanê de ragihandin ku ji ber êrîş û tevkujiyan gelê Kurd cejneke din jî bi xemgînî pêşwazî dike.
Komîteya Baweriyan a KCK’ê, Konseya Rêveber a Kongra Netewî ya Kurdistanê (KNK) û Komîsyona Kêmar û Baweriyan a Kongreya Civaka Demokratîk (KCD)’ê peyamên cejnê weşandin. Di peyaman de hate desnîşan kirin ku li erdnîgariya îslamê bi navê ol xwîn tê rijandin. Her wiha di peyaman de banga xwedîderketin û hevkariya bi gelê Rojavayê Kurdistanê re jî hate kirin.
Komîteya Baweriyan a KCK’ê bi wesîleya Cejna Remezanê peyamek weşand û got, "Em Cejna Remezanê ya Pîroz ku di nava civakên Îslamê de cejna biratî, wekhevî û destpêkên nû ye, li gelê xwe yê welatparêz û tevahiya cîhana Îslamê pîroz dikin." Di peyamê de hat ragihandin ku ev meh ji bo Mislimanan tê wateya muhasebeya salê.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Li Iraqê bi navê şerê mezhebî her roj bi dehan mirov tên kirin, zarok sêwî tên hiştin, dayik di rondikên çavan de difetisin. Li Misrê piştî darbeyê, bi komkujiyê bersiv ji xwepêşandanên demokratîk ên gel hat dayîn û welat ber bi kaoseke mezin ve hat kaşkirin. Li Sûriyê jî welatparêziya rejîma Baasê û hin komên ji mûxalefeta Sûriyê, olê Îslamê ji xwe re kirin maske û mirovên bêguneh kuştin, dikuşin."
Di peyama KCK’ê de hate bibîrxistin ku di vê meha pîroz de li cografya Îslamê ewçend nebaşî rû didin û ev yek bi tena serê xwe nîşan dide ku yên van nebaşiyan dikin çiqasî ji ol û rastiya Îslamê dûr in. KCK’ê destnîşan kir ku ya tê kirin cihê xwe di ola Îslamê de tineye.

Kurd nabin aliyê şerê mezhebî

Di peyamê de hat ragihandin ku Îslam ti carî tundî û komkujiyê qebûl nake û hat destnîşankirin ku gelê Kurd di çarçoveya cewhera Îslamê de xwe ji şerê ol û mezhebê vekişandiye û bi tenê mafên xwe yên xwezayî parastiye. Di dewama peyamê de hat gotin, "Yên êrîşî gelê me kirin û xwestin gelê me bikşînin nava vî şerê qirêj, bi êrîşan re maskeya xwe xistin. Her mirovên bi aqil ên li gelê Kurd temaşe dikin, dibînin ku gelê Kurd çiqasî bi aqilane tevdigere."
Komîteya Baweriyan a KCK’ê bal kişand ser êrîşên bi navê Îslamê li dijî gelê Kurd tên kirin û di dawiya daxuyaniya xwe de bang li tevahiya gelê Kurd û alema Îslamê kir ku ji bo jiyaneke aram, wekhev, bi edalet bi hev re tevbigerin û cejna dayik û zarokan û tevahiya alema îslamê pîroz kir.

KNK: Em bi xemgînî pêşwazî dikin

 Konseya Rêveber a Kongra Netewî ya Kurdistanê KNK’ê bi wesîleya cejna Remezanê peyamek da û destnîşan kir ku gelê Kurd mixabin careke din di bin siya kuştin û komkujiyan de cejneke nû pêşwazî dike.
Konseya Rêveber a KNK’ê di peyama xwe ya bi wesîleya cejna Remezanê de got, "Em bi hêvî û baweriya ku gelê me, dê di demeke nêz de bi aramî û aştî û azad, cejnên xwe û şahiyên xwe pîroz bike."
Di dewama peyama Konseya Rêveber a KNK’ê de weha hat gotin:
"Mixabin di pîrozkirina Cejna Remezanê de, sosret ewe ku yên êrîşî gelê me dikin jî, ne bi tenê xwe misilman didin xuya kirin, xwe serokên-rêberên misilmanan didin nîşandan. Her weha fitwayên xirab û bê binî di mizgeftan de li hember gelê me têne dayîn. Roja cejnê jî, wê dîsa derkevin ber kamerayên televizyonan û bi derewan bêjin “misilmanên qenc û xêrxwaz em in” û bixwazin zalimtiya li ser gelê me didin meşandin bidin vaşartin."
Di dawiya peyamê de jî wiha hate gotin: " Em bi hêvî û baweriya ku gelê me, dê di demeke nêz de bi aramî û aştî û azad, cejnên xwe û şahiyên xwe pîroz bike. Bi vê munasenetê em cejna Remezanê, sêrîde li girtî û şervanên azadîyê, li gelê Kurdistanê û li alema Islamê pîroz dikin."

Banga piştevaniya Rojava

Komîsyona Kêmar û Baweriyan a Kongreya Civaka Demokratîk,di daxuyaniya têkildarî Cejna Remezanê de wiha got, "Meha Remezanê ya bi daxwaza ji aştî, edalet û biratiyê re  ku em dixwazin bijîn, li Rojava komên çete bi alîkariya dewletên herêmî bi qetlîamên li dijî gelê Kurd kiriye nav xwînê. Cîhan û alema Îslamê ji vê qetlîamê re bêdeng ma. Em vê nêzîkatiyê şermezar û protesto dikin.”  
Di daxuyaniyê de hat xwestin ku Cejna Remezanê bibe wesîleya piştevaniya bi gelê Rojava re û bang li tevayî mirovatiyê hat kirin ku piştevaniyê bidin gelê Rojava. 

NAVENDA NÛÇEYAN

Yazarın diğer yazıları

    None Found