Li dijî bêhiqûqiyê

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, ku li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê tê girtin bi riya parêzerên xwe derbarê greva birçîbûnê de daxuyaniyek da. 
Demîrtaş, diyar kir ku ew wekî kes û parlamenter ji bo kesayetiya xwe tiştekî daxwaz nakin û got: “Mafê hemû girtî û hikûmxweran heye ku nêkatiyek mirovî bibînin. Em dixwazin bale bikişînin ser bêhiqûqî, pêkanînên keyfî û dijmirovî yên li girtîgehên Tirkiyeyê. Ji ber van pirsgirêkan li gelek girtîgehan 40 rojin greva birçîbûnê berdewam dikin. Bêdengbûna Wezareta Dadê ya ji bo van pêkanînan nayê qebûlkirin. Wekî parlamenter em tiştekî ji bo kesayetiya xwe daxwaz nakin. Ji bo balê bikişînin ser greva birçîbûnê û pirsgirêkên li girtîgehan, peywira Wezareta Dadê bînin bîra wî û ji bo pêkanînê keyfî yên Midûryeta Girtîgeha Edîrneyê şermezar bikin me dest bi greva birçîbûnê kiriye.” 

ENQERE 

Yazarın diğer yazıları

    None Found