Li dijî dagirkeran bibin yek

BOTAN GERMIYANÎ / ROJNEWS

Êrişên dewleta Tirk ya dagirker li ser xaka Başûrê Kurdistanê her ku diçe berfireh dibe. Balafirên artêşa Tirk rojane gund û çiyayên Kurdistanê bombebaran dike. Lê Hikumeta Herêma Kurdistan, Parlamentoya Herêmê û hikumeta Iraqê li hemberî rewşê bê deng in. Nûnerên aliyên siyasî yên li Germiyanê li ser mijarê axivîn.

Berpirsyarê herêma Germiyanê yê Hizba Şuî ya Kurdistanê Cewher Şukir got:” dagirkeriya dewleta Tirk bi ti awayî nayê pejirandin. Divê her Kurd vê dagirkeriyê qebûl neke û li hemberî wê dengê xwe bilind bike. Pêwîst e ku helwestek netewî û nîştimanî bê raberkirin. Dewleta Tirk ji mezinbûna doza Kurdan ditirse. Tirkiye ditirse ku Kurd li Rojava bibin xwedî maf û bigihin azadiya xwe. Ji bo vê dixwaze Tevgera Azadî ya Kurdan ku ji bo mafê gelê Kurd têdikoşe, bêdeng bike.”

Dixwazin îradeya Kurdan bişkînin

Hevserokê Meclîsa Germiyanê ya Tevgera Azadî Hawrê Cebar jî got:“Dewleta Tirk dagirkerî ji bo xwe kiriye çandek. Em li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê ne, wê hertim helwesta me li beramberî dagirkeriyê hebe. Divê her Kurd û aliyên siyasî helwesta xwe li hemberî dagirkeriyê nîşan bidin. Ji ber ku armanca dewleta Tirk ne tenê PKK û herêma diyar kiriye, dixwazin îradeya Kurdan bişkînin. Em helwesta hinek hizban baş dibînin û ew li dijî pîvanên Kurditiyê ne. Em dixwazin her kes li siyaseta xwe binêre û dev ji xiyanetê berdin. Ji ber ku ger dagirkeriya Tirk bigihe armancê, wê dawîya van hizbane jî were. Lewazbûna Tevgera Azadiya Kurdistanê, lewazbûna hemû Kurdan e. Tenê rêya hemberî vê dagirkerî û komployê, yekitiya netewî ye. Ji bo vê ez bang li hemû aliyên siyasî dikim ji bo yekitiya nava mala Kurdan hewlên cidî bikin.”

Pêwist e ku em bibin yek deng 

Berpirsê Meclîsa Germiyanê ya Hizba Zehmetkêşan a Kurdistanê Goran Rehîm jî nêrînên xwe anî ziman: “Di vê demê de dewleta Tirk bi dijwarî êriş dike û dagirkeriya xwe ya ser Başûrê Kurdistanê zêde kiriye. Ji ber ku herêmên li ser sînor xwedî giringiyeke siyasî û cografîne, êriş zêde kirine. Ev êriş hemû bi hêceta pakrewanên Kurd yên PKK’ê pêk tên. Lê armanc dagirkerine. Pêwîst e ku welatparêz hemû, rêxistinên civaka sivîl, hizbên siyasî, hikumeta Herêma Kurdistan û Iraqê hemberî vê dagirkeriyê dengê xwe bilind bikin. Sedemê êrîşa dewleta Tirk parçebûna me ye, ji bo vê ez bang li hemû hizb û aliyên siyasî dikim ku yek deng bin û yek bin.”

Yazarın diğer yazıları

    None Found