Li dijî dagirkeriyê daketin meydanan

Li bajarê Qamişlo yê Federasyona Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, li dijî êrişên dewleta Tirk ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê û lêkirina dîwarê dagirkeriyê li Efrînê meşeke girseyî pêk hat.

Çalakî bi pêşengiya Meclîsên Gel ên Qamişloyê û Kongreya-Star, li meydana Osman Sebrî hat lidarxistin. Girseya gel bi dirûşma “Bi ruhê berxwedana Şeladizê em ê dawî li dagirkeriya Tirk bînin, em ê Efrînê û Bradostê azad bikin” ber bi meydana Şehîd Rûbar Qamişlo ve meşiya. Di çalakiyê de êrişên dewleta Tirk ên li herêmên gerîla û dagirkeriya li Efrînê, lêkirina dîwarê dagirkeriyê hat rûreşkirin.

Em ê ti carî serê xwe netewînin

Li meydana Şehîd Rûbar Qamişlo ji berdevkên Kongreya-Star Şemsîhan Gulo axivî û got, “Em ê ti carî serê xwe li ber wan kesên destê xwe dirêjî destketiyên me dikin netewînin. Em ê li dijî her kesên zerarê bidin şoreşa me, gelê me, paşeroja me û gerîlayên me, em ê weke gel li hemberî wan bisekinin.” n QAMIŞLO

Yazarın diğer yazıları

    None Found