Li dijî dagirkeriyê şerê gerîla

Şerê gerîla yê li dijî dagirkeriyê dewam dike. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku di dawiya meha Gulanê de di şerê li navbera navçeya Mehsert û Mêrdînê de 2 eskerê Tirk hatin kuştin û gelek esker jî birîndar bûn. Artêşa Tirk a dagirker a ku li hemberî berxwedan û şerê gerîla bê çare maye bi teknîkê hewil dide encam bigre. Ji lewma li dijî qadên gerîlayan bê navber êrişên hewayî pêk tîne. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî her 4 gerîlayên ku di dem û dîrokên cûda de şehîd bûne bi bîranî.

HPG’ê 4 gerîla bi bîranî

HPG´ê  diyar kir ku di 8’ê Nîsanê de hêzên dagirker ên artêşa Tirk li dijî qadên gerîla êrişên hewayî kirine û di van êrîşan de 2 gerîla şehîd bûne.

HPG’ê di daxuyaniyê de îşaret bi van xalan kir: “Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ku sala 2019’an giranî daye ser şerê xwe yê dagirkeriyê yê li Kurdistanê, li berxwedana dîrokî ya gerîlayên Kurdistanê rast tê. Berxwedana lehengî ya gerîlayên Kurdistanê ku li dijî tevgerên dagirkeriyê nîşan dide, her carê faşîzma Tirk têk dibe. Yek ji van berdêlên ku li dijî faşîzma dijmin hate dayin 8’ê Nîsanê bû ku ji ber êrişa hewayî ya artêşa dagirker hevrêyên me Avzem Cîhan Mûnzûr û Kurdistan Delîl li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn.

   Avzem Cîhan Mûnzûr

   Kurdistan Delîl

Dersim di dilê wê de bû

Hevrêya me Avzêm Cîhan Mûnzûr li Dêrsimê ji dayik bû. Li dijî polîtîkayên qirêj ên sîstemê yên ji bo asîmîlekirina civaka Dêrsimê û tinekirina bi qirkirinê, nirxên xwe yên civakî parast û rastiya dijmin ji nêz ve nas kir. Hevrê Avzêm ku kevneşopiya serhildêr a Dersimê di dilê wê de bû, bû yek ji hevrêyên leheng ku li dijî dewleta Tirk a dagirker nîşan da wê heta dawiyê têbikoşe.

Bi qehremanî şer kir

Hevrê û hevala me Kurdistan di sala 1992’an de li Colemêrgê ji dayik bûye. Di sala 2012’an de ji bo li dijî dagirkeriya li Kurdistanê têbikoşe, tevlî nav refên têkoşînê bû. Hevrê Kurdistan li her qada ku lê têkoşiyaye bi giyanê xwe yê dînamîk û heyecana xwe, her dem peywir û berpirsyariyên xwe bi serkeftî bi cih aniye.

Li dijî zilm û faşîzmê rabû

‘’Hevrêyê me Rizgar  Tolhildan 2010’an ji Amedê tevlî nav refên gerîla bû. Hevrê Rizgar li dijî asîmîlasyonê û polîtîkayên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst tevlî nava refên gerîla bû û zilma li ser gel, jin û ciwanan qebûl nekir.

Gerîlayekî zîrek bû

Hevrê û hevalê me Zinar Ako 2011’an li dijî zora dewleta Tirk a faşîst, 2011’an tevlî nav têkoşîna azadiyê bû. Heval Zinar ku li çiyayên Kurdistanê li dijî dagirkeran têkoşiyayî, bi perwerdehiya ku standî bû gerîlayekî zîrek.

Di serî de malbatên hevrêyên me yên şehîd bûne, malbatên  Torûn, Akdogan, Zinar û Rizgar, em sersaxiyê ji malbatên xwe yên welatparêz hemûyan re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna xwe ya li dijî faşîzmê heta dawiyê bidomînin.

ANF/BEHDÎNAN

Yazarın diğer yazıları

    None Found