Li dijî dîktatoriyan mixalifê rijd

Di 19’ê Gulana 2017’an de Newşîrwan Mistefa, Serokê Tevgera Gorranê, siyaetmevan û wêjevan di 73 saliya xwe de wefat kir. Ji vî temenî, 53 sal bi awayekî çalak li Başûrê Kurdistanê di nav têkoşîna  çekdarî û sivîl de bihurandin. Wî ji salên 60’î ve dest bi têkoşîna li hember Baasê kiribû û piştî destkeftiyên Başûrê Kurdistanê herî kêm di van 10 salên dawî de yek ji muxalifên herî gîrîng ê li Başûr bû. Bi awayekî din mirov dikare bibêje ne tenê li hember siyaseta Bexdayê lê belê di salên piştî 90’î û bi taybetî bi avabûna federalîya Başûrê Kûrdistanê re jî dixwest sîstem, siyaset, destûr, têkiliya Kurdan a bi Bexdayê re ne li ser bingeha malbatî, eşîretî lê li ser sazîbûnê werê avakirin.

Wî di ciwantiya xwe de di nav PDK’ê de dest bi siyasetê kir û zanista siyasî li Bexdayê qedand. Piştre jî ji PDK veqetiya û li gel Ibrahîm Ehmed bi fîgurê herî bi hêz ê avakar ê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) di damezrandina wê de cih girt. Bêguman rola wî ya di serhildanên Başûrê Kurdistanê de tê zanîn. Li gel vê yekê piştî sala 2003’yan di nivîsandina destûra qanûnî ya Iraqê de roleke sereke girte ser xwe. Ew di heman demê de hevalê herî baş ê Celal Talebanî bû ku bixwe yek ji damezrênerên YNK´ê yê sereke ye, lê her tim bi awayekî mixalif bû di nav YNK’ê de jî.

Li gel rola xwe ya di siyasetê de Newşîrvan zêdetirî 20 pirtûkan li pey xwe hiştin ku li ser dîrok, siyaseta Başûr, girîngiya av û çavkaniyên xwezayî û bibîranîn xwe yên di têkoşîna dirêj de bûne. Her wiha li ser bûyerên girîng ên di demên şoreşê de, name û belgeyên veşartî jî dikirin belge û arşîv dikirin. Di van salên dawî de Newşîrvan ev belgeyên xwe bi raya giştî re parve dikirin da ku dîroka şoreşa Başûr tenê ji bo berjewendiyên malbatekê neyên bikaranîn. Yek ji van belgeyan jî li ser encamên hilbijartin û mijara serokatiya herêmê bû. Di bîranîneke xwe de wiha behsa vê yekê kiribû: “Piştî yekemîn hilbijartina sala 1992’yan dema encam bi ferqeke kêm ku tenê % 2 PDK li pêş me bû, min pêşniyaz kir ku em bibin mixalefet û bila PDK bi serê xwe hikûmetê ava bike.” Lê wê demê ji aliyê hin hevalên wî yên herî nêzîkî wî, ev daxwaz nehat qebûlkirin. Li gorî wî parvekirina desthilatdarîya % 50 bi PDK´ê re şaştîyek e, ji wê demê û pê ve êdî Başûr her weke du herêmên ji hev cuda ma û di nava nakokiyan de hate birêvebirin û pêvajoya bi desthilata xurt hate astengkirin. 

Di belgeyeke din de li ser helwêsta PDK´ê ya ji bo serokatiyê dibêjê, “Piştî encama hilbijartinê me sê pêşnîyaz birin ji bo PDK´ê ku li ser werê lihevkirin. Lê Mesûd Barzanî her sê pêşniyaz jî red kirin.” Ji ber van jî her di nava wî û PDK’ê de gengeşeyek hebû. Mixalefeta li hemberî PDK’ê heta dema wefata wî jî diyar bû ku hin kadroyên PDK´ê çiqasî aciz bûne û wî jî bi sekna xwe ew çiqas tengezar kirine. Newşîrvan di sala 2007’an de sekna xwe ya mixalif bi sazî kir. Wî bi avakirina şirketa çapemenî û saziyên ragihandinê û piştre jî bi avakirina Tevgera Gorranê siyaseta xwe bi gewde kir.  Ew bi jiyana xwe ya siyasî bi hin taybetmendiyan dihat naskirin û heya roja ku wefat kir jî hat gotin ku ji bo şexsê xwe ne xwedî milk û mal e, û jîyaneke sade pejirandiye. Ev sekna wî ji bo hêzên desthilatdar bû mijara êriş hem bi rêya çekan û hem jî bi avêtina alîgir, serokê perlemanê û wezîrên wan ji kabîneya Hikûmetê. Bêguman cihê rexneyê jî heye her çendî kêm bin jî di jiyana wî de. Lê girîng e ji bo dîrokê bimîne û winda nebe ku wî bê dudilî ber bi armancên xwe gav avêtin û avakirina siyaseteke derveyî partiyên desthilatdar, ji bo kesên ku êdî ji PDK û YNK´ê bêzar bûne. Her wiha piştgiriya Newşîrvan ya ji bo destketiyên Bakur û Rojava jî diyar bû.

Niha li ser siyaseta Tevgera Gorran ya piştî Newşîrwan bi awayekî berfireh nîqaş têne kirin. Çiqasî ev karekî asayî be jî ji ber kesayetiya wî lê hin tiştên ku bibin mijara rexneyê jî hene û divê kurrtir bên nîqaşkirin, bawer dikim ku di demên pêş de ev yek wê zelaltir were kirin.

Xaleke girîng e ku divê mirov behsa wê yekê jî bike ku diviyabû ji bo kesekî 53 salan di têkoşîna welatê xwe de bênavber cih girtî, piştî ku wefat kir, ji bo rêzê li gel kêmasî û başiyên wî ji aliyê hikûmeta Başûr a ji aliyê PDK’ê ve hatiye kontrolkirin, 3 rojan şîn hatiba îlankirin. Her wiha di asta hikûmetê de serdana şînê hatiba kirin. Lê nebû. Vê yekê diyar kir ku wê di siberojê de gengeşeyên li herêmê kûrtir bibin. Tevgera Gorran ya di dema Newşîrvan de baş dizanîbû ku bandora liv û tevgereke şoreşgerî dikare demokratîkkirina Başûr hêsantir bike lewma carinan bi bêdengî û carinan jî bi deng alîgirên wê bi hev re kar kirine.

Newşîrvan Mistefa yek ji wan kesan bû ku di salên dawî de ji lîstikên PDK´ê baş fêhm kiribû, ji bo vê jî destek nedida vê siyasetê. Ji ber wê ye ku peyama herî dawî ya Gorranê li Hewlêrê ew bû ku divê pêşiya siyaseta PDK´ê were girtin. Pirs ew e ka wefata Newşîrvan Mistefa gelo dikare weke wesîleyeke baş were nirxandin ji bo ji nû ve avakirina bereyeke demokratîk li Başûrê Kûrdistanê?

Mirov dikarê ji hemû peyamên hêz û partîyên siyasî wate û analîzên cuda derxe. Lê bawer dikim ya herî bi wate peyama KCK’ê bû ku dibêjê, “em ê xwedî li xewn û armancên Newşîrvan Mistefa derkevin û pêk bînin”.

Yazarın diğer yazıları