Li dijî faşîzmê

Heftêya borî li navenda Berlînê dîmeneke balkêş, rengîn û pir dewlemend li dar bû. Ew dîmen ji her aliyên jiyanê û ji gelek deverên cihêreng yên siyasî pêk hatîbû. Mirov dikare bêje ku ji tevahiya gelên li Elmanya tevli bibûn. Kurd, Elman, Ereb, Cihû, Tirk herwisa çepgir, şoreşger, demokrat, mirovhez, dijberên faşîzmê, dijberên zayendperestî û bêguman hejmareke mezin ji kesên ku xwe wek di nav koma LGBTÎ de dihesibînin jî beşdar bibûn.

Helbet ti çalakî, ti kombûn, ti nêrîn û ti îdeolojî nikare tevahiya cîhanê û civakê bigire hundirê xwe. Di wê çalakiya dîrokî de ya ku bi qasî 40 hezar beşdar dihatin payîn, lê bê mubalexe li dora 250 hezar kesî tevli bûyîn aliyên nijadperest û faşîst tinebûn. Faşîstên ku xwe wek Neo, AfD an jî Pegîda pênase dikin û bi xeyala ji nû ve jîndarkirina faşîzma Elman dixebitin helbet ne li wir bûn. Ji xwe ew lebata rengîn û dewlemend a dîrokî jî li hemberî wan bû.

Li hemberî partiya ku navê alternatîf li xwe kiriye, li hemberî êrîşa ku di van demên dawî de li Chemnîtzê li dijî biyanî û sosyalîstan dihête lidarxistin, li hemberî tevgera faşîst a bi navê Pegîda û her wisa jî li hemberî rêxistina NSU ya ketî xwîna gelek biyaniyên li Elmanyayê. Ya rastî divêt mirov ti car xwe ji wijdana xwe neke, rastî dibe ku car tehl be û car jî şîrîn be, lê dûr an jî nêzîk wê rêya mirov bi rawestgeha wê bikeve. Lewre gava em dibêjin xwenîşandaneke hinde mezin û dîrokî ew nayê wê maneyê ku ji wê mezintir çalakî li Berlînê nehatine lidarxistin.

Di vê dem û pêvajoyê de, rabûneke hinde xurt ji demek dirêj ve ye nehatiye dîtin.

Ji her kesê ku di dema meş û mîtîngê de me pê re sohbet kirî ev gotin bi hêsanî dihat bihîstin:Rewş ne baş e, Elmanya dîsa lê digere ku serê xwe bixwe! Lema ev girse îro herikiye ser kolanan! Belê, rewş ne baş e. partiya nijadperest AfD her diçe encamên xurttir bi dest dixe, niha di parlamentoyê de jî cih digire. Di tevahiya hilbijartinên salên dawiyê de li her qada tevlê hilbijartinê bûyî encamên bilindtir bidest xistiye.

Li aliyê din raya giştî ya Elman jî di guhê gê de ye. Hejmareke kêm jî be Elman ji tevlibûna wan a tv yan û cihdana wan a di medyayê de nerazî ne. Dibêjin: Ew bi her halî ve xizmeta wan dikin, divêt xeteriya wan ji civakê re bihête eşkerekirin.

Tevgera Pegîda û yên din di her fersendî de dijberî û êrîşa li dijî biyaniyan birêxistin dikin.

Ev gotina ‘di guhê gê de’ de ne hinde hêsan e. Gelek kes û alî vêna jî di çêbûn, mezinbûn û hatina desthilatê ya pêvajoya pêşkeyina faşîzmê de girîng dibînin. Helbet faşîzm di encama buhranên kûr ên kapîtalîzmê de gihişt asta êrîşkariyê, helbet divêt ew kemilîn û kamilbûna wê ya divêtî jî pêkhatiba, lê dîrok şahidî dike ku di encamê de hemû aliyên bûyîn hedefa wê, xwe rexne kirine, li xwe mikur hatine ku ew di xafil de hatîn girtin. Wan tedbîrên pêwîst negirtine û zêde girîngî bi pêşketina wê dijmina mirovahiyê nedane.

Ew pergala ku bi dewletên Îtalya û Elmanya ve di hiş û bîra mirovahiyê de cih girtî, di rastiyê de li gelek welatan hat bikaranîn. Her çiqas Benîtto Musollînî wek bavê wê hizrê bihête zanîn jî pesn û payepêdana Adolf Hîtler a ji bo Atatûrk jî dihête zanîn. Mane wî berî hemû faşîstan gotibû: Tirkek di ser hemû cîhanê re ye, Çi bextewar e yê dibêje ez Tirk im. Û bi dehan gotinên faşîzane yên bavê faşîstên Tirk hîna di wê demê de li dinê belav dibû. Hîtlerê ku xwe wek arî û ji nijada bilind dihesiband jî gava li wan gotinan guhdarî dikir, digot; eger Tirk hinde bi xwe dilşad bin û hinde xwe di ser alemê re bigirin, nexwe çima Elmanên german û arî, yên çav şîn û por zer nebin efendiyên gerdûnê? Û ew pêvajoya bêyom, pêvajoya bixwîn û rûxîner a mirovahiyê jî wisa dest pê kir.

Di encamê de bi deh milyonan kuştî, bi deh milyonan birîndar, seqet, bi deh hezaran gund û bajarên kavilkirî, bi sedan welatên serobinbûyî encam da. Musolunî di destên partîzanan de leqayê cezayê xwe bû, Hîtler jî bi awayekî nepenî xwe kuşt an jî hat kuştin hîna jî serencama wî ne diyar e.

Lê di dema destpêkê de gelê Elman jî di guhê gê de bû. Wî jî dipa ku dê faşîzma Hîtler ji derdê Elmanya re bibe çare, lewra gava Cihû ji holê rakirin wî temaşe dikir, gava Roman hatin kuştin wî dimêzand, gava komunîst hatin êşkencekirin û kuştin jî wî seyir dikir…û hat rojekê dest avêtin dêr û ayînxaneyan wê demê kesê deng bibihîze jî nemabû. Fûhrer gelê Elman bi xiyanetê sûcdar kir û çû. Elmanyaya kevir li ser kevirî nemayî jî dest bi ji nû ve avakirina welatê xwe kir. Niha li ber her derî û hewşê vî welatî lewheyên bîranîna mirovên kuştî hene. Belê, ew meşa mezin a Berlînê carek din jî da nîşan da ku hîna gelek kesên hişên xwe wenda nekirî hene. Divêt carekî din faşîst welatan di xafil de zeft nekin. Ji bo wê jî divêt di serî de li dijî faşîzma dewleta Tirk ya îro di keseyatiya Erdogan de encam dayî bête rawestîn û li Ewrûpa jî rê li ber wê pêşketinê bête astengkirin. Nexwe ne dûr e ku fûhrerên nû li qada siyasetê xuya bibin…

Yazarın diğer yazıları