Li dijî Şewatan rewşa awerte

Ev demek e, li Rojavayê Kurdistanê rêjeya şewatan zêde bûye. Rayedar der barê şewatan de îşaret bi rewşeke girîng dikin û dibêjin, bi zanebûn agir bi dexlan tê xistin.

Rêveberiya Kantona Hesekê ji bo rê li pêşiya şewatan bigre civînek awarte li dar xist. Civîn bi tevlîbûna meclis û saziyên bajarê Hesekê pêk hat.

Hevseroka Meclisa Herêma Hesekê Civîn Remo li ser naverok û encamên civînê peyivî û got: ”Ji ber bilindbûna rêjeya şewatên bi zanabûn ên ku di heman demê de li deverên cuda yên kantona Hesekê rû didin, me rewşa awarte ragihand. Ji bo vê komîteyên rewşa awarte li tevahiya meclisan hatin avakirin. Erka wan li gorî derfetên heyî ji her rewşek awarte re amade bin.

Ev biryar hatin girtin

  • Avakirina komîteyek rewşa awarte ji meclisa, şaredarî, aborî, parastina civakî û hêzên leşkerî û amadekirina ekibên agirkujiyê da ku şewatê vemirînin û pêşiya belavbûnê bigirin.
  • Kirêkirina sahrîcên avê ji sivîlan û guhertina hêza derxistina avê da ku bêtir di vemirandina şewatan de alîkar be.
  • Li gorî destûra Meclisa Aborî, pêwîst e, yên zeviyên xwe çinîne divê derdora erdê xwe xet bikin da ku erdên nehatine çinîn ji agir bêne parastin û agir li zeviyên din belav nebe.
  • Divê xwediyên patozan li gorî destûra Meclisa Aborî bixebite.

 ANHA/ HESEKÊ

Yazarın diğer yazıları

    None Found