Li Efrînê 9 sivîlên din hatin revandin

Çeteyên Feylaq El Şam ên ser bi dewleta Tirk ve sibeha Înê li gundê Dêrbelûtê yê navçeya Cindirêsê 9 sivîl revandin.

Li gorî çavkaniyên xwecihî;  Mihemed Menan Silêman, Mihemed Mihemed Silêman, Loqman Mihemed Abdo, Ehmed Wehîd Şiko, Îsmaîl Şêx, Bekir Mihemed Belker, Cihad Mihemed Xelîl, Şêxmûs Reşid Tahir û Mehmûd Mihemed Izat Fatume hatin revandin. Aqûbeta kesên revandî nayê zanîn.

Li gundê Kefer Sefrê jî di 10’ê Îlonê de 14 sivîl hatibûn revandin.

Hejmara sivîlên di navbera Tîrmeh û Tebaxê de hatine revandin zêdeyî 500 kesî ne. Li gorî daneyên ANF’ê ji destpêka meha Îlonê ve herî kêm 61 sivîl hatine revandin. Tê texmînkirin ku hejmara rasteqîn ji vê yekê gelekî zêdetir e.

Teqîneke mezin li navenda Efrînê

Her wiha li bajarê Efrînê doh  teqîneke mezin pêk hat.  Li gorî agahiyên hatin wergirtin, teqîn doh serê sibehê li ser rêya Raco ya li navenda Efrînê pêk hat. Li gorî hin çavkaniyan, teqîn bi wesayiteke bombebarkirî pêk hatiye. Li gorî hin dîmen û wêneyên li medya civakî hatin weşandin, avahiyên li derdorê zerareke mezin dîtine.

ANF / EFRÎN

Yazarın diğer yazıları

    None Found