Li Elmanya seferberiya li dijî tecrîdê

Li gelek bajarên Elmanya û li bajarê Holandayê Deng Haagê ji bo ku xwedî li greva birçîbûnê û rojiya mirinê derkevin çalakî hatin kirin.

Li bajarê Elmanyayê Dusseldorfê bi pêşengiya Insîyatîva Jinan a Nalîn Mûş li Heinrich-Heine-Platzê saet 17.00’an çalakiyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Jinên ku tevlî çalakiyê bûn, çarikên spî dan serê xwe û peyam dan ku ew li gel Dayikên Aştiyê ne.

Girseyê bêdengiya welatên Ewrûpayê û raya giştî ya cihanê şermezar kir, hate bibîrxistin ku 7 hezar kes li ber sînorê mirinê ne û bang li saziyên navneteweyî hate kirin ku bi lezgînî tevbigerin.

Di çalakiyê de gelek caran hate gotin, ‘’bijî berxwedana zindanan’’, ‘’bijî berxwedana dayikan’’, ‘’bijî hevgirtina jinan’’.

Li bajarê bakurê Elmanyayê Bremenê jî tecrîdkirina Ocalan û êrişa li ser dayikên hepsiyan, bi pêşengiya YJK-E’yê hatin şermezarkirin. Jin li ber Bremen HBF’ê hatin cem hev û çarikên spî dane serê xwe. Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin, derbarê berxwedana greva birçîbûnê de agahdarî hate kirin.

Leyla rûmeta me ye

Li bajarê Kolnê jî bi banga meclîsa jinan a Viyanê li Bahnhoforplatzê çalakî hate kirin. Di çalakiyê de ku bi rêzgirtinê dest pê kir, têkilî grevên birçîbûnê û rojiya mirinê axaftin hatin kirin.

Li bajarê Elmanyayê Hildesheimê jî ji bo xwedîderketina li greva birçîbûnê û rojiya mirinê ev 7 hefte ne çalakî didomin. Li dora konê ku li ber Dêra St. Jakobî hatî danîn, belavokên li ser tecrîdê û grevên birçîbûnê tên belavkirin.

Çalakgeran wêneyên berxwedêrên greva birçîbûnê û yên çalakgerên fedaî hildan, çarika spî dan serê xwe û êrişa li ser dayikan şermezar kir.

Di çalakiyê de sloganên  ‘’Leyla Guven rûmeta me ye’’, ‘’Ji girtiyên siyasî re azadî’’ hatin gotin.

Bêdengî hat rûreşkirin

Li bajarê Elmanyayê Stuttagartê jî ji bo xwedîderketina li grevên birçîbûnê û rojiya mirinê çalakî hate kirin. Çalakî bi banga Platforma Jiyanê ya li Dijî Tecrîdê hate kirin. Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin û bêdengiya raya giştî ya li bara greva birçîbûnê hate şermezarkirin.

Li bajarê Holandayê Den Haagê jî ji li ber Dîwana Edelatê ya Laheyê çalakî hate kirin. Di çalakiyê de bi banga Platforma Jiyanê ya li Dijî Tecrîdê, bêdengiya li bara nehiqûqîbûnê hate şermezarkirin.

Yazarın diğer yazıları

    None Found