Li Elmanyayê dilşadiya pandayan

Heftêya borî yek ji babetên sereke ku bû sedema dilşadiya Elmanan jî zayîna pandaya bi navê Meng Meng bû. Pandaya ku raya giştî ya Elman ji mêj ve bi kelecan li benda zayîna wê bû, cêwî anîn. Li welatê ku mirov xweziya xwe bi rewşa heywanan tînin, ev bûyer weke dilşadiyeke neteweyî hat pêşwazîkirin.

Zayîna panda Meng Meng bi giştî di sermanşetên rojnameyên Elmanî de weke nûçeya sereke cih girt. Li hind welatên dinê yên monark de gava melîkeyên wan dizên ew bi vî awayî şa dibin û şahiyan li dar dixin.

Li baxçeyê navdar yê li paytexta Elmanyayê Berlînê li Zoologîscher Gartenê Meng Meng a şeş salî herdu têjikên xwe yên reng pembe dimêjîne. Rayedarên Baxçeya Heywanan a Berlînê hestên xwe bi van hevokan da nîşan: “Meng Meng bû dayîk! Him jî cêwî anîn. Em ji bo dilşadiya xwe bidin nîşan, li peyvan digerin!”

Helbet ji bo Elmanan ev ne bûyereke ji rêzê ye û çîrokeke di paşxaneya wê zayînê de heye. Aliyekî girîng ya wê ev e ku panda Meng Meng ji Çînê ji bo Emanyayê weke diyarî, lê ji bo demekê hatiye şandin. Ji wê danûstandinê re ‘Dîplomasiya Pandayan a dostaniyê’ jî dibêjin.

Li aliyê din cara yekem e ku li Elmanyayê zayîneke wisa rû dide ango cara yekem e ku pandayek li ser axa Elmanyayê çêlikên xwe tîne dinê.

Baş e, sereka vê bûyera ku hinde bû sedemê dilşadî û bextewariya Elmanan a bi navê pandayê ku bi piranî em şiklê wê li ser firaxên cûr bi cûr dibînin an jî weke pêlîstokên di destê zarokan de li ber çavên me dikevin, kî ye?

Ew heywanên ku ewqas bala dinê dikişînin û weke berdilkên mirovan tên hesibandinê li ku ne û çawa dijîn?

Panda her çiqas xwedan gelek cihêrengiyan be jî, ji malbata hirçikan tê hesibanin. Li cîhanê bi tenê li Tîbet û Çînê dijîn. Wisa tê qebûlkirin ku di jiyana kovî de bi qasî 2000 panda mane. Bi gotineke din eger tedbîrên pêwîst neyên girtin wê nesla pandayan jî mîna yên gelek candarên ku vê gavê em li fosîlên wan digerin, ji holê rabin.

Panda di heman demê de him goştxwer û him jî gihaxwer e, lê zêdetir bi bambûyan dijî. Bambû çeşîdeke qamîşên ku piranî li deverên Asyayî yên avî şîn dibin e. Jê re ‘Qamîşê Hindî’ jî dibêjin. Pandayek ji bo pêdiviya jiyana xwe pêk bîne divê rojê herî kêm 12 saetan bambûyan bixwe, Her wiha nîvî ji jiyana pandayan li pey peydakirin, komkirin û xwarina bambûyan derbas dibe. Temenê wan yê di jiyana daristanî de bi qasî bîst salan e. Pandayên mê li gorî gelek heywanên din di warê zayînê de zêde çalak nînin. Salê encax sê caran dikarin bizên.

Niha li ser rewşa pandayan, bi taybetî jî ji bo dawiya wan neyê û ji ser rûyê dinê tine nebin, gelek lêkolîn û xebat tên kirin. Heta hind pêşniyar hene ku li dewsa zarokan mirov dikarin pandayan ji xwe re weke endamên malbatê yên ji derve hilbijêrin.

Ev bûyera zayînê ya ku dilê Elmanên hemwelatiyên me hinde şad kirî, helbet balkêş û girîng e. Di çi mercê de dibe bila bibe, payepêdan û girîngdîtina xweza, sirûşt, jiyana heywanan û tevahiya candaran hêjayî silavkirinê ye. Heta mirov dikare li gel wan, hêmanên bêcan yên li rûyê cîhanê jî zêde bike. Girovera me ya em lê dijîn, bi her awayî li ber xeterê ye û divê bala mirovan li ser be. Heta niha jî li gel hemû xebat û hewldanan ji bilî vê giroverê şûnwareke din ji mirovahiyê re nehatiye peydakirin.

Mixabin di vê giroverê de heta niha gelek hêmanên candar û bêcan di encama ezeziya mirovî de ji holê rabûn, wenda bûn. Niha li gel gelek cûreyên heywanan wenda bûyîn, mirov bi xwe jî di bin sawa xeteriyeke mezin de ye. Mirov weke gurên hev in, dev li qirka hev kirine û herdu alî jî ber bi tinebûnê ve diçin. Ji ber ku hejmara mirovan weke ya pandayan hejmartî nîne û hîna jî mirovên mê erka xwe ya zêdekirinê bi cih tînin, xetera li ser tinebûna mirovan jî darîçav nîne.

Binêrin, salê bi sed hezaran mirov di bûyerên cûr bi cûr de dimirin, hin ji wan di encama bûyerên sirûştî de, lê gelek ji wan jî bi destê mirovên din tên jinavbirin.

Ev çima ji aliyê cîhana serdest ve weke xetere nayê dîtin? Ji ber ku mirov hîna jî xwe û nesla xwe di xeterê de nabînin. Binêrin di herdu şerên cîhanî de çiqas mirov bi awayên hovane hatin kuştin, lê dîsa jî dawiya mirovahiyê nehat. Li aliyê din di gelek lêkolîn û hizrên zanistî de hişyarî tê dayîn ku di encama yek ji wan teqînên nûklerî de tevahiya dinê dikare ji holê rabe. Heta dibe ku encameke wisa biqewime ku ne mirov giha jî êdî li ser zemînê hêşîn nebe.

Lewre zayîna pandayê ya bi xetera tinebûnê re rû bi rû ye, girîng e. Her wisa mirov jî herî kêm weke endamekî vê sirûştê, girîng e.

Yazarın diğer yazıları