Li Elmanyayê krîza Rojava!

Emerîkayê ji rêveberiya Berlînê xwestibû ku leşkerên xwe bişîne Rojavayê Kurdistanê. Vê daxwazê hikumeta Merkel kir du parçe. CDU bi rengekî erênî nêzî vê daxwazê dibe, lê SPD’ê dibêje, ‘nabe ku qala vê jî bê kirin’.

Nûnerê Taybet ê Emerîkayê yê li nava Koalîsyona li dijî DAÎŞ‘ê James Jeffrey hefteya derbasbûyî li paytexta Elmanyayê Berlînê hin hevdîtin kiribûn. Jeffrey ji Elmanya xwestibû ku hêza bejahî bişîne bakurê Sûriyeyê û ji perwerde, lojîstîk û pêdiviyên teknîkî yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) re bibe alîkar.

Daxwaza Jeffrey a ji rêveberiya Berlînê bû rojeva sereke ya siyaseta Elmanyayê. Wezareta Karê Derve tenê diyar kir, “Di têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê de diyaloga çêker a derbarê rola Elmanyayê de didome”.

Di cih de redkirin

Yekîtiya Xiristiyanên Demokratîk (CDU) ku partiya Merkel e, bi rengekî germ nêzî daxwaza Washingtonê dibe. Serokê Koma CDU/CSU ya li Meclîsa Federal Johann Wadephul diyar kir ku divê daxwaz bi baldarî bê lêkolîn û got, “Divê daxwaza rêveberiya DYE’yê di cih de neyê redkirin.”

Seroka Giştî ya CDU’yê Annegret Kramp-Karrenbauer ji qenala televîzyonê ya ZDF re axivî û got, di prensîbê de ew bi rengekî germ nêzî vê daxwazê dibin.

Pisporê parastinê yê partiya CSU Christian Schmidt  jî got, “Li gorî min divê ev daxwaz bi bayê bezê bê redkirin. Beriya her tiştî divê em fêhm bikin ku kîjan şert û merc bûne sedem ku DYE daxwazeke wiha bike.”

Em di meselê de nînin

Balkêş e ku Partiya Sosyal Demokratan (SPD) beriya ku pêşniyara DYE’yê bê nîqaşkirin, red kir. Thorsten Schafer-Gumbel ê ku bi rengekî demkî serokatiyê ji SPD re dike di hesabê xwe yê medya civakî de daxuyaniyek weşand û got: “Em di nava karê şandina yekîneyên bejahî yên Elmanyayê ji bo Sûriyeyê de nînin.”

Tê gotin, amadekirina destûrnameyê ji bo şandina leşkerên Elman ji Rojava re û pêşkêşkirina wê destûrnameyê ji bo Meclîsa Federal wê herî kêm du mehan bidome.

ANF/BERLÎN

Yazarın diğer yazıları

    None Found