Li Ewropayê dijbertiya Misilmantiyê bilind e

Piştî 11’ê Îlonê welatan ji bo ewlekariyeke awarte rêjeya xerçkirinê pir zêde kirin. Hiqûqa navnetewî û mafê mirovan hatin binpêkirin. Hikûmetên hinek welatan bi îdîaya ‘Koalîsyona navnetewî ya li dijî terorê’ dest bi çewisandina tevgerên dijberê (muxalîf) xwe kirin. Yekîtiya Ewropayê (YE) û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYE) di lîsteya xwe ya ji bi navê ‘Lîsta Terorîstan’ de gelek rêxistinên li dijî rejîmên zextker di vê lîsteyê de bi cî kir. Gelek welatên ku malovanî ji penaberan re kirin û bi vê yekê xwe li ser lingan girtin, zagonên xwe yên penabertiyê hişk kirin. Van welatan zextê li kesên ji Rojhilatanavîn û çepgirên li welêt kirin. Bi taybet penaberên Misilman weke “barbarên serdema nûjen” hatin binavkirin.
Bi vî awayî li gelek welatên Ewropayê tevgerên rastgir, piştî şerê duwemîn ê cîhanê, cara yekemîn ew qas xurt bûn. Rastgirên Tundraw hemû propagandaya xwe li ser penaber û Misilmanan meşandin û wana her tim weke sucdar nîşan dan. Her ku çû kîn û nefreta li hemberî penaber û misilmanan zêde bûn. 
Dema mirov li encamên anketa şîrtea PEW’ê dinêre, mirov têkoşîna di navbera Misilman û Rojavayiyan de bi zelalî dibîne. Di rapora di hefteya borî de hatî weşandin de tê diyarkirin ku di navbera Rojava û Misilmanan de jihevdûrketinek heye. Her wiha di lêkolîna ku di sala 2008 de pêk hat de tê gotin ku dijmintiya kêmeneteweyan li Ewrûpayê zêde bûye.
Li gorî rapora sala 2008, li Elmanyayê ji sedî 50 ji hebûna Misilmanan ne keyfxweş in, her wiha ev rêje li Fransa ji sedî 38, li Îngilîstanê ji sedî 23, li Spanyayê ji sedî 52 û li Polonyayê jî ji 46 e. Ji sedî 56’ê rastgirên Ewrûpayî û sedî 42’ê çepgiran jî li dijî Misilmanan in. 
Li gorî rapora sala 2011 a PEW’ê jî têkiliyên di navbera Rojavayî û Misilmanan de pir lewaz bûne. Li gorî vê, rêjeya kesên li Almanyayê vê hizirê diparêzin ji sedî 61, li Înglîstanê ji sedî 52 ye û ji sedî 56’ê Fransiyan û ji sedî 34’ê Înglîzan, Misilmanan weke berpirsyarên vê yekê dibînin.
Her wiha di nava welatên herî zêde ji Îslama tundra ditirsin, bi rêjeya ji sedî 73 Elmanya ye, her wiha Înglîstan jî ji sedî 70, Fransa jî ji sedî 68 e.
Dîsa, ji sedî 65’ê Fransiyan û ji sedî 53’ê Elmanan di wê baweriyê de ne ku li welatên Misilman demokrasî tune ye û Misilmanan weke sedemê hemû şer û pevçûnan dibînin.

BRUKSEL
 


Yazarın diğer yazıları

    None Found