Li Grazê coşa cejna vejînê 

Salvegera 41’ê ya damezrandina PKK’ê li bajarê Grazê ya Awusturyayê hate pîrozkirin.

Cejna vejînê li bajarê Grazê yê Awusturyayê hate pîrozkirin. Piştî rêzgirtinê nûnerên KPO, SPO û Grune peyam şandin. Hevserokê Civaka Azad Halîs Sever li pîrozbahiyê axivî û destnîşan kir ku şoreşa bi felsefeya Rêberê Gelê Kurd li Rojhilata Navîn pêk hatiye, bûye hêvî ji gelên bindest hemûyan re.

Sever destnîşan kir ku Kurd wê dagirkirina Kurdistanê ti carî qebûl nekin, li dijî vê yekê her tim li ber xwe bidin û bi gelan re têkoşîneke hevpar bikin.

Di şahiyê de Xanemîr, Hozan Farqîn Azad, Dilo Dogan û Grûp Dewran derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.

ANF/GRAZ

Yazarın diğer yazıları

    None Found