Li gundê Susikê şerê dijwar

Şerê di navbera çeteyên El Nusra yên girêdayî rêxistina El Qaide û şervanên YPG/YPJ’ê de di 13’ê îlonê li gundê Kurdan ên Cafa û Neddasê dest pê kir, li ser sînorê binxetê berdewam dike. Di şerê navbera çeteyan û Yekîtiya Parastina Gel (YPG) de heta niha 60 çete hatin kuştin û bi dehan jî bîrîndar bûn. Lê ji hêla din ve dewleta Tirk jî bi her awayî piştgiriyê dide çeteyan û hemû pêdiviyên şer yên çeteyan pêşwazî dike.

Li gorî agahiyan, pêr li gundê Susikê yê Kobaniyê jî çeteyan êrîş pêk anîn û şer derket. Di şerê navbera çeteyan û YPG’ê de 2 şervanên YPG’ê bi giranî birîndar bûn. Hat zanîn ku 2 şervanên YPG’ê ku li Kobaniyê birîndar bûn di deriyê sînor ê Serêkaniyê re anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Serêkaniyê. Hat zanîn ku şervanê YPG’ê Adil Muhammed rakirin Nexweşxaneya Mehmet Akif Înan a Rihayê û kirin bin tedawiyê.
Şervanê YPG’ê Serdar Abdî jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Balikli Golê. Şervanên YPG’ê ku ji serê xwe ve bi guleyan birîndar bûne rewşa wan giran e. Hat zanîn ku hêj talûkeya mirinê ji ser xwe neavêtine. Piştî ku rêveberên BDP’ê agahî girtin çûn li ber nexweşxaneyan kom bûn. Xizmên şervanên YPG’ê jî ji bo refaqatê hatin nexweşxaneyê.

Artêşa Tirk jî destek da çeteyan  

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê hatine girtin, komên çete yên girêdayî çeteyên El Nusra duh saet derdora 05.30’an de êrîşî gundê Susikê yê dikeve rojavayê Til Ebyadê kirine. Li ser êrîşa komên çete şervanên YPG/YPJ’ê ketin nav hewldana û bersiv dan êrîşên çetgeyan.
Hat ragihandin ku di şerê ku bi tevahiya rojê berdewam kir de, çeteyên El Nusra ji hêla leşkerên dagirker yên Tirk ve jî piştgiriyek xurt girtine. Her wiha hat ragihandin ji ber topên hawanê yên ku çeteyan avêtine gelek ziyana madî çêbûye.
Di encama şer de 2 şervanên YPG jî jiyana xwe ji dest dan.
Pêr êvarê jî li derdora gundê Susikê di encama pevçûnê de 3 endamên komên çete hatibûn kuştin. Dîsa pêr êvarê di pevçûna li dora gundê Bîrkino yê girêdayî Til Ebyadê de jî 3 endamên komên çete hatine kuştin û 2 wesayîtên wan jî hatin derbkirin.
Li Helebê şer  
 Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine girtin, yekîneyek YPG’ê duh seat derdora 20.00’an li hemberî navendek komên çete ya li taxa Sekin Şebabî çalakiyek li dar xist. Hat gotin ku di encama çalakiyê de 5 çete hatine kuştin û bi dehan jî birîndar bûne.
QAMIŞLO: Tevgera Ciwanên Şoreşger diyar kir ku di şerên Serêkaniyê yên di navbera hêzên YPG’ê û komên çete de, endamê wan Murad Hesen Murad ku di çarçoveya banga seferberiyê de tevli YPG’ê bibû, şehîd ketiye. Tevgera Ciwanan destnîşan kir ku ew soza xwe ya bilindkirina têkoşîna şehîdan dubare dikin û banga tevlibûna YPG’ê li ciwanan kir.

SERÊKANIYÊ/HELEB



Ciwanên Kobanê li eniyên şer in

Piştî banga seferberiyê ya YPG’ê, ciwanên Kobanê ketin nav tevgerê, li eniyên şer û li bendên Kontrolê yê YPG û YPJ’ê dest bi parastina hermên kirin.
Piştî êrîşên çeteyên Dewleta Îslamî Iraq û Bîlad Şam/El Nusra yên li ser rojavayê Kurdistanê, banga seferberiyê li gel hat kirin. Li ser banga seferberiyê bi sedan ciwan tevli nava refên YPG û YPJ’ê bûn. Ciwanên Kobanê yên ku bersiva banga seferberiyê dan, niha li eniyên şer û li bendên Kontrolê yê YPG û YPJ’ê di parastina herêmê de ne.
Jina ciwan ya bi navê Viyan Rustem ku niha di nava refên YPJ’ê de erkên parstinê pêk tîne, ev tişt anîn ziman: “Piştî komên çeteyan êrîşî hermên gelê herêmê kirin û xwestin vîn û destkeftiyên gelên herêmê bişkînin, min biryar da ku ez tevli nava refên YPJ’ê bibim û welatê xwe biparêzin. Niha jî em erkê xweya parastinê pêktînin.”
Viyan, bang li hemû ciwanên Kurd kir ku tevli nava refên YPG û YPJ’ê bibin û ji bo rûmet û azadiya xwe têkoşîn bikin.
Şervanê YPG’ê Baz Rojava jî diyar kir ku ew ji bo parastina herêmên xwe tevli YPG’ê bûye. Rojava da zanîn ku hinek hevalên wî berî wî tevli nava refên YPG’ê bibûn û bi lehengî şehîd ketin. Wî jî soz da ku li ser bîranîna şehîdan têkoşîna xwe dewam bike. 

KOBANÊ  

Yazarın diğer yazıları

    None Found