Li her bereyê qir dikin

Berdevkê Hewldana Heskîfê Alî Ergul: Ev proje dixwaze vê xaka qedîm di bin avê de bihêle. Gava Çemê Firatê hatibû tinekirin, xisareke mezin dabû Mezopotamyaya qedîm. Ger Dîcle jî bê tinekirin Mezopotamya wê nemîne. Divê her kes li ber vê rûxandinê rabe.

Piştî Bendava Ilisûyê av gewimand, heta niha avê da ser herî kêm 10 gundan. Heskîfiyan got, dîrok li cihê cih bedew e: „Em naxwazin dev ji warê xwe berdin.”

Dewleta Tirk di çarçoveya siyaseta xwe ya qirkirina Kurdan de bi bendavên ewlekariyê gavek avêt ku hem bendav weke sîleheke eskerî bi kar anî û hem jî xwezaya Kurdistanê xera kir. Niha bi Bendava Ilisuyê jî hem xwezayê xera dike, hem bi dehhezaran Kurdî ji cih û warên wan dike û hem jî wê dîrok û mekanên wan ên bîrê li Heskîfê û di şexsê Hekîfê de bifetisîne. Yanî wê li her bereyê li dijî Kurdan û welatên wan qirkirin û siyaseta qirkirinê daye ber xwe.

Piştî ku Bendava Ilsiûyê Tîrmehê dest pê kir av gewimand, heta niha herî kêm 10 gund di bin avê de mane. Her wiha bajarê benderê yê ewil ê tê nasîn, Tel Fafan ku di navbera Botan û Çemê Dîcleyê de ye, di bin avê de ma. Lê belê Heskîfî dibêjin, dîrok li cihê xwe bedew e, û naxwazin dev ji warê xwe berdin.

Mala xelkê xira dike

Dewleta Tirk ji bo ku Heskîfiyan li cihekî din bi darê zorê bi cih bike, avahiyên pirrqatî li beyarekê ava kirin, helbet bê binesazî û xizmetan. Bi ser de jî heta niha li vî cihî mifteya 710 kesan dane wan, lê tenê 100 kes çûye wir. Xema dewleta Tirk nîne, ka xizmet hene, ka bibnesazî temam e yan na. Ew mala xelkê di bin avê de dihêle û dibêje, hûn biku ve diçin biçin.

Beriya bi çend rojan hatibû ragihandin ku av wê heta bi pencereya qesra piçûk jî bilind bibe. Ligel vê, dikandarên bajêr ji kargehên xwe venaqetin.

Dikandar Zekî Kaya dibêje, “Em Heskîfî timî dibêjin, dîrok li cihê xwe xweş e. Em cihê nû naxwazin. Cihê nû li cihekî dûrî berhemên dîrokî danîne. Gava mirov tên vir pêşî diçin cem berhemên dîrokî.”

Em di dfemê de asê bûne

Gotinên dikandar Zeydan Ayan jî eşkere nîşan didin ku ya dewleta Tirk dike qirkirina bîra Kurdistaniyan e. Zeydan Ayan dibêje, berhemên hatine veguhestin tenê parçeyekî biçûk ên Heskîfê ne: “Ev berhemên dîrokî hevalên min î zarokatiyê ne. Em bi van çiyayan re mezin bûn. Wê wan çawa veguhêzînin. Li Heskîfê aloziyek heye. Kes ji wan nerazî ye. Daxuyaniyên tên kirin jî zelûl in. Em ji ber vê zelûliyê bêçare mane, psîkolojiya me serûbinî hev bûye. Li vir pergalek tine ye, em di demê de asê bûne.”

Divê her kes li ber rabe

Berdevkê Hewldana Heskîfê Alî Ergul jî tîne zimên ku têkoşêîn divê dewam bike û ne dereng e: “Projeya ku dixwaze vê xaka qedîm di bin avê de bihêle, demildest divê bê rawestandin. Gava Çemê Firatê hatibû tinekirin, xisareke mezin gihaştibû Mezopotamyaya qedîm. Ger Dîcle jî bê tinekirin wê Mezopotamya nemîne. Divê her kes li ber vê rûxandinê rabe.”

ÊLIH

Yazarın diğer yazıları

    None Found