Li her gundî noqteya tenduristiyê

HÊZA HESEN / ANHA / KOBANÊ

Meclisa Tenduristiyê ya Kantona Kobanê xelk bi rehetî were dermankirin, heta ji wan tê li her gundê Kobanê navenda tendûristiyê vedikin.

Meclisa Tenduristiyê ya Kantona Kobanê heta niha 4 noqteyên tenduristiyê li gundên Mînas ê rojavayê Kobanê, Hilinc, bajarokê Taşlûk ê rojhilatê Kobanê û gundê Xilomer ê li başûr vekirin. Her wiha hêza meclisê heye ku noqteyên din li gundên kantonê veke.

Herî kêm du hemşîre

Noqteyên tenduristiyê nexweşiyên sivik derman dikin. Di noqteyê de herî kêm du hemşîre rojane dixebitin. Hevseroka Meclisa Tenduristiyê ya bajarê Kobanê Hedle Hesen diyar kir ku di destpêkê de noqteyên tendrustiyê li 12 taxên Kobanê vekirin. Piştre bi armanca kêmkirina barê welatiyan ji ber dûrbûna nexweşxaneyan ji gundan, dest bi vekirina noqteyên tenduristiyê li gundan kirin.

Barê xelkê sivik bû

Xanim Ebas a ji gundê Hilincê got, ew ji ber vekirina navenda tenduristiyê kêfxweş in û ji nexweşxaneyên dûr baştir e.

Hisên Hesen yek ji şêniyên gundên Kobanê ye û got: “Piraniya şêniyan erebeyên wan tune ne. Ji ber wê di çûyîna nexweşxaneyên Kobanê de zehmetî dikişandin. Bi vekirina noqteyan re barê xelkê sivik bû.”

Yazarın diğer yazıları

    None Found