Li Hesekê baxçeyên zarokan

NESRÎN ELÎ / ANHA/HESEKÊ

Desteya Perwerde û Fêrkirinê, li kantona Hesekê hinek baxçeyên zarokan vedike.

Baxçeyên zarokan, li ser bingha fêrkirin û perwerdeyê, herwiha şadkirina zarokan e. Bi vê armancê, di her baxçeyekî de odeyên ji bo xwendin û lîstikan amade dikin, her wiha odeyên ji bo xwarinê jî hene.

Di kantona Hesekê de niha 15 baxçeyên zarokan li bajar û navçeyên kantonê hene. 880 zarok li baxçeyan dimînin.

Bi giştî di her baxçeyekê de nêzî 90 zarokan hatine bicihkirin. Di her refekê de jî li derdorê 15 zarok bi cih dibin û bi zimanê Kurdî û Erebî fêrî xwendin û nivîsandinê dibin. Zarokên di temenê 3- 4 salî de têne wergirtin.

Ji bo dibistanê têne amadekirin

Ji rêveberên Rêveberiya Baxçeyên Zarokan a Kantona Hesekê Kewser Ehmed der barê sîstema baxçeyan û giringîpêdana zarokan de axivî û got: “Armanca vekirina baxçeyên zarokan ew e ku fêrî danûstandina bi zarokan re û rêbazên perwerdehiyê bibin. Di heman demê de hobiyên xwe jî nas bikin û ji bo dibistanan bên amadekirin.”

Kewser da zanîn ku zarok saet ji 08.00’an heya 12.00’an li baxçeyan dimînin.

Yazarın diğer yazıları

    None Found