Li Hewlêrê binçavkirina Mexmûriyan

Asayîşa Hewlêrê piştî kuştina endamê konsolosxaneya Tirk, bi ser malên jinên ciwan ên ji Wargeha Mexmûrê de girt. Di serdegirtinê de 16 jinên ciwan hatin binçavkirin. Hat gotin, di serdegirtinê de di nava endamên asayîşê de kesên bi zimanê Tirkî diaxivîn jî hebûn.

18´ê Tîrmehê avêtin ser mala ciwanan

Di 17’ê Tîrmehê de li restoranteke Hewlêrê endamekî konsolosxaneya dewleta Tirk û 2 kesên din hatin kuştin. Piştî bûyera kuştinê, asayîşa Hewlêrê bi ser malên ciwanên Mexmûrê de girtin. Ciwanên Mexmûrê li Hewlêrê kar dikin.

Şeva 18’ê Tîrmehê saet di navbera 01.30 û 02.00’yan de endamên asayîşê bi ser gelek malên ciwanên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmur) de girtin.

Di serdegirtinê de alavên malan hemû hatin serobinokirin û 16 jinên ciwan hatin binçavkirin. Ciwanên hatin binçavkirin birin navenda Asayîşa Hewlêrê.

5 ciwan hê binçavkirî ne

Ji ciwanên ku hatine binçavkirin, 11 kes di saetên nîvro de hatin berdan. Lê 5 kes hîn jî di bin çavan de ne.

Li gorî zanyariyên ku ciwanên hatine berdan dane, di serdegirtinê de kesên ku bi zimanê Tirkî diaxivîn jî hebûne. Van kesan bi zimanê Tirkî ji ciwanan re gotine “Em dizanin hûn kîne, hun alîgirên PKK’ê ne”.

Ciwanên hatine berdan destnîşan kirin ku tu sedemek binçavkirinê ji wan re nehatiye nîşandan, piştî çend saetên binçavkirinê ji wan re hatiye gotin, “Me hun bi xeletî girtiye, em ê we berdin”. Piştre jî hatine berdan. Lê 5 jinên ciwan hê nehatine berdan û aqûbeta wan nayê zanîn. Rayedaran jî di vî warî de ti daxuyanî nedane.

HEWLÊR/ROJNEW

Yazarın diğer yazıları

    None Found