Li Îranê berxwedan  /   Rêşad SORGUL

Ji înê ve li bajarên sereke yên Îranê li Tehran, Tebrîz, Meşhed, Şîraz, Esfehan, Ahwaz û bajarên Rojhilatê Kurdistanê bi giştî li çil navendan gelan serî rakiriye. Li Îranê ev ne cara yekê ye, gelên Îranê serê xwe radikin. Vê carê jî bi sedema benzîn hat buhakirin xelk daket kolanan. Ambargoya Emerîkayê li ser Îranê heye û ev yek wê tengav dike. Lê nerazîbûna gelên Îranê ne tenê ji vê ye. Belkî bi buhakirina benzînê re birîna xelkê axivî. Li Iraqê jî bi heman rengî gel nerazî ye, û dadikeve kolanan. Li Tirkiyê jî di nava du hefteyên dawiyê de du sê malbatan xwe ji ber xizaniyê kuşt. Li vir pirsgirêk ne xizanî ye. Her sê welatên em qala wan dikin di warê dewlemendiyên sererd û binerd de gelekî dewlemend in. Lê rêveberiyên li serê van welatan dîktator û faşîst in. Bi zêhniyeta xwe ji zirhêzan re xizmetê dikin. Dijberiya wan a ehmeqane jî di heman demê de xizmetê ji zirhêzên dizek re dike. Ango dijberiya wan a li împeryalîzmê jî dereweke mezin e. Li welatên navbirî rewş bi vî rengî ye.

Ji ber ku li Iraqê rejîma Saddam Huseyn hilweşiya û rewşa Sûrî îro ketiyê, pirs tê kirin, gelo dibe ku li Îranê jî rewş ber bi vî alî ve biçe, biberide. Ji bo Îranê ev pêşbîniyeke zehmet e. Ji ber ku gelên Îranê bi giştî li dijî destwerdanên derve ne, lê di heman demê de pirsgirêkên ketine ser hev û roj bi roj mezin dibin, dibe ku bike mirov bibêjin, êdî bes e. Muxalefeteke li derve li dijî Îranê heye. Emerîkayê jî berê anîbû ziman ku ew dixwaze rejîma li Îranê biguhere. Îsraîl jixwe Îranê ji bo ewlehiya welatê xwe tehlûke dibîne. Lê em nizanin, hêzên ji vê rejîmê nerazî çiqasî dixwazin rejîmeke din ji bo xwe ji vê çêtir bibînin an jî ji bo parçebûna Îranê amade ne. Li aliyekî pîlangeriyên zirhêzan, lê li aliyekî jî rejîmên paşverû yên boçikên zirhêzan çavkaniya pirsgirêkan in. Lê civakên li van welatan jî di warê xwebirêxistinkirinê de qels in. Li herêmê bi giştî pirsgirêkên mezhebî û etnîk her têne sorkirin û ev hemû nahêlin kes pêşiya xwe bibîne. Tevgera Azadiyê bi paradîgmaya xwe di vî warî de hêza çareseriyê ye. Ji vê ye, zirhêz hefsarê seyên xwe ber didin û dihêlin kûçikên wan ji her alî ve êriş bikin. Bala xwe bidinê, rejîma Îranê jî di van çend rojan de zêdetir ji serhildana li Rojhilatê Kurdistanê ditirse û pirraniya şehîdan ji Kurdistanê ye. Rejîma Tehranê riziyaye. Ji bilî xwe kesî qebûl nake û kadroyên xwe li her deverê bi cih dike û kesên ne ehlê meseleyan dike berpirsiyar. Bi vî awayî jî kesên bikêrhatî çareyê di reva ji welêt de dibînin. Karmendên bêkêr jî welêt di her warî de dixin tengasiyê. Li ser kaniyê mirovan tî dihêlin û li beheştê jiyanê li mirovan dikin dojeh. Bihêlin ev zêhniyet Îranê demokratîk bike, di warê aborî de jî dixeniqîne. Ji ber vê ye, gel wêneyên Xumeynî û Xamaney diçîrinin û dixin bin piyê xwe.

Em bêne ser pirsa xwe. Gelo dibe ku serhildana li Îranê rejîmê têk bibe û li Îranê deriyê demokratîkbûnê veke? Bêguman berxwedana gelan a rêxistinkirî wê karibe derî li vê veke. Jixwe serhildana gelan vê dibêje û diyar dike ku wê bi vî awayî razî nebin, û qebûl nekin. Em li daxuyaniyên rayedarên Îranê jî dinêrin û dibînin, di vî warî de serwext nînin û dengê gelan nabihîsin. Çîroka xwe ya “destê derve heye” dugêsinî dikin. Serhildana gel a xwe bi rêxistin û pêşeng bike di nava şert û mercên îro de şensê wê yê serketinê heye. Jixwe vê neke, rejîma sêdaran wê bêhtir qîlê xwe di civakê re bibe; bêhtir zêdegaviyan û çavsoriyê bike. Ji bilî berxwedanê rêyeke din tineye. Ji ber ku rejîm xwe li ber nerazîbûna gelan neguhere, ew tê wê maneyê wê zêdetir har bibe. Tenê berxwedan wê karibe pêşî li vê bigire. Hêza gelên Îranê heye vê bikin.

Yazarın diğer yazıları

    None Found