Li Îranê xwepêşandan nasekinin

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê li dijî xistina balafira sivîlan a girêdayî Ûkraynayê ku 176 kesên têde jiyana xwe ji dest dabûn, xwepêşandanên dest pê kirine didomin.

Xwepêşandanên li ber Zanîngeha Razî ya Kirmaşanê bû hedefa hêzên dewletê û polîsan dor li wan girt. Dîsa polîsan li Qada Azadî ya bajêr êrîşî xwepêşanderan kir.

Serokê Emerîkayê Donald Trump girêdayî xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê li ser malpera xwe ya fermî a tevna civakî de piştevaniya xwe anî ziman.

Trump di twîtera xwe de nivîsî û got; “Şêwirmendê asayîşa netewî ya Emerîkayê ji bo min got; dorpêç û xwepêşandanan zoreke mezin li Îranê dike û wê neçarî danûstandinê dike. Danûstandinê bikin yan jî nekin, ji bo min ne girîng e. Ev wan eleqedar dike. Lê çekên atomî nabe û divê xwepêşander neyên kuştin.”

Hêjayî gotinê ye di 11’ê Kanûnê de fermandariya Hêzên Hewayî ya Artêşa Îranê berpirsyartiya xistina balafira Ukranyayê ya ku têde 176 kesan jiyana xwe ji dest dabû li xwe girt ku bi fuzeya wan hatiye xistin. Piştî wê li Îran û Rojhilatê Kurdistanê xelk daketin qadan û dest bi xwepêşandanê kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

Yazarın diğer yazıları

    None Found