Li Iraqê gel naxape

Li Iraqê, tevî ku Serokwezîr Adil Ebdulmehdî îstifa kir, li gelek bajaran çalakiyên protestoyî dewam dikin. Gelek çalakgeran jiyana xwe ji dest da. Li aliyê din parlamenê jî îstîfaya serokwezîr qebûl kir.

Îstifayê têrê nekir ji bo xwepêşandan bisekinin. Xwepêşandanan dewam kirin. Şemiyê bi taybetî li Bexdayê û bajarên Basra, Necef, Zîkkar, Kerbela, Nasiriye û Dîvaniyeyê çalakiyên şermezarkirinê pêk hatin. Çalakger dixwazin ku rêveberiya siyasî bi temamî bê guhertin û bê darizandin.

Li Necefê di xwepêşandanan de 25 kes ji ber êrişa hêzên dewletê birîndar bûn. 

BEXDA

Yazarın diğer yazıları

    None Found