Li kampa Eyn Îsa festîvaleke taybet

Komîteya Çand û Hûner a Meclîsa Sivîl a Reqayê û bi hevkariya Rêveberiya Kampa Eyn Îsa, doh li kampê festîvala ‘Dilsoziya bi şehîd re û parastina zarokan’ organîze kir.

Komîteya Çand û Hûner a Meclîsa Sivîl a Reqayê ji bo careke din vegerandin kenê zarokên koçber û ji bo wefadariya bi şehîdan re, festîval birêxistin kir. Çalakiyên festîvalê ji aliyê ciwanê bi navê Mûaz Xelef yê ku li kampê ye, hatin birêxistinkirin.

Di nava çalakiyên festîvalê de şano, stran, dîlanên folklorî, helbest û wênesazî, hebûn û amadekarî bi xwe jî rastî elaqeyeke mezin a zarok û penaberên li kampê hat.

Her wiha di festîvalê de rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di xelaskirina gelan ji koletiyê û azadkirina wan de bi huner hat pêşkêşkirin. Hêjaye gotinê ku çalakiyên festîvalê li gund û navçeyên kantona Kobanê û Girê Spî û gundên girêdayî navçeya Eyn Îsa jî paşê wê dewam bikin. 


 EYN ÎSA

Yazarın diğer yazıları

    None Found