Li Kelarê pêşangeha berhemên navxweyî

Li navçeya Kelar ya ser bi îdareya Germiyanê, bi amadebûna Wezîra Çandiniyê Bêgerd Telebanî bi dirûşemeya ‘Emê xak û ava xwe bikin çavkaniya xurek û aboriya xwe’ sêyemîn pêşangeha Çandiniyê ya berhemên xwemalî hate vekirin.

Di pêşangehê de zêdetirî 300 berhemên navxweyî û xwemalî yên weke, hingiv, donê xwezayî, cûrên xwarinê, cilûberg û gelek berhemên din hatin nîşandan.

Wezîra Çandiniyê Bêgerd Telebanî di dema pêşengehê de axivî û got; “Ji ber ku di werzan hemûyan de berhemên navxweyî hene, ev cihê kêfxweşiyê ye. Divê em berhemên navxweyî di bazarê de bikin berhemekî mezin.

ROJNEWS/GERMİYAN

Yazarın diğer yazıları

    None Found