Li koma helbestê berxwedana zindanan

Koma Helbestê ya Amedê vê hefteyê pirtûka helbestê ya bi navê Xeyalên Êşa Evînê  ya Mem Farqînî nirxand. Farqînî ji 1’ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, û li Hepsa Tîpa T ya Rihayê girtîye.

Koma Helbestê ya Amedê, du hefteyan carekê, pirtûkeke helbestê ya Kurdî dinirxîne. Vê hefteyê li Şaxa Egitim Sen a Amedê pirtûka helbestê ya bi navê Xeyalên Êşa Evînê ya Mem Farqînî hat nirxandin. Farqînî bi xwe ji wan qederê 7 hezar hepsiyan e ku 1’ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ne. Farqînî li Hepsa Tîpa T ya Rihayê ragirtî ye. Di destpêka nirxandinê de xwişka Mem Farqînî, Ronahî Çelîk derbarê pirtûkê û têkoşîna helbestkar de axivî. Ronahiyê diyar kir ku birayê wê Mem Farqînî ev 25 sal in ku di girtîgehê de ye û li girtîgehê pirtûka helbestê ya bi navê Xeyalên Êşa Evînê nivîsandiye. Piştî axaftina Ronahiyê, endamên komê derbarê pirtûkê de nirxandinên xwe kirin.

Xelata herî baş a Huseyin Çelebî girtibû

Ronahî Çelik a ku di destpêkê de axivî, derbarê Mem Farqînî de got, ew ji bo bipêşketina zimanê Kurdî û wêjeya Kurdî bi salan e li ber xwe dide û wiha peyivî: “Mem Farqînî ev 25 sal in di hepsê de ye. Ew di 1994’an de hat girtin û cezayê muebbetê lê hat birrîn. Li gelek girtîgehan ew gerandin. Berî ew têkeve girtîgehê jî bi wêjeyê re mijûl dibû. Di girtîgehê de jî xebatên xwe yên wêjeyê dewam kirin. Helbest, çîrok û ceribandinên wî di kovar û rojnameyan de hatin weşandin. Di 24’emîn Çalakiyên Pexşan û Helbestê yên Huseyin Çelebî de xelat wergirt. Pirtûkên bi navê Qaqlîbaz û Jonathan, Sîbera Rê û Mîrza Mihema, Serpêhatiyên Alîs û Roberto Lowis Stevenson ji Ingilîzî wergerande Kurdî. Têkoşîna wî ya ji bo doza azadiyê ev bi salan e didome.”

Di greva birçîbûnê de ye

Rohanî bal kişand ser grevên birçîbûnê yên ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Abdullah Ocalan jî ku bi pêşengiya Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD’ê Leyla Guven dest pê kirine û got, “Birayê min ji 1’ê Adarê ve ji bo aştî û azadî pêk were di greva birçîbûnê de ye. Em dixwazin hemû kes dengê berxwedêrên di greva birçîbûnê de, bibihîsin.”

Nirxandina pirtûka helbestê ya bi navê Xeyalên Êşa Evînê ya Mem Farqînî bi xwendina helbestên wî bi dawî bû.

JINNEWS / AMED

Yazarın diğer yazıları

    None Found