Li ku qeyûm hebe em diavêjin

Sezaî Temellî:Heta pirsgirêka Kurd çareser nebe pirsgirêkên din jî çareser nabin.Bêyî HDPê qala HDPê dikin. Dixwazin îdraka civakê saz bikin. Bi van îdraksaziyan nikarin encamê bigirin. Ji ber ku HDP xwedî pîvan e, û siyasetê li gorî wê dimeşîne.

Hevserokê HDPê Sezaî Temellî diyar kir ku heta pirsgirêka Kurd çareser nebe pirsgirêkên din çareser nabin û got: “Peyamên qala lihevkirina civakê, muzakereyên demokratîk û aştiyeke bi rûmet dikin hatine. Lema em dibêjin, ji bo çareserkirina vê meseleyê guh bidin Ocalan.”Hevserokê giştî yê HDP´ê Sezaî Temellî li Meclîsa Tirk di koma partiya xwe de peyivî û qala kirinên qeyûman ango dagirkeran li Kurdistanê kir û got, piştî ku me dagirker li Kurdistanê paqij kirin, ev cara pêşî bû em çûn geriyan û mala Xwedê ava me dît her der paqij bûye, her kes bextewar bûye. Temellî li ser X-rayên li ber şaredariyan jî kir û got, li cem sûcdar tinene, eger hûn li sûcdaran digerin, biçin bi pey qeyûman bikevin. Temellî di vê çarçoveyê de bi bîr xist ku qeyûman li Slopiyê klîma diziye û li Hezexê jî bi tevahî avahiya şaredariyê hilweşandine.

Li Tetwan û Bedlîsê tabelayên Kurdî daxistin

Temellî qala hilbijartina 23´ Hezîranê ya li Stenbolê pêk bê jî kir û careke din anî ziman ku hilbijartina bi sedemeke neheq tê kirin. Temellî di vê çarçoveyê de qala hilbijartinê kir û îşaret bi serdana Bînalî Yildirim a Amedê kir û got, “Her çi hikmet e, çûye kampanya xwe li Amedê dimeşîne. Li wir gotina Kurdistanê kiriye. Jixwe bi kurdiyekê axiviye heta niha Amedê kurdiyeke wisa nebihistiye. Ji Kurdiya wî tenê kesekî fêhm kiriye ew jî Mehdî Eker e. Lê dema em bi kurdî dipeyivîn Erdogan digot bila bicehimin ji vî welatî herin. Dema li Meclisê jî em bi kurdî dipeyivin dibêjin, bi zimanekî nayê fêhmkirin axivîn. Li aliyê din, hê nû, dîsa li Tetwan û Bedlîsê tabelayên Kurdî daxistin. Li Dersimê jî walîtiyê destûr neda. Lema gel wê ti carî ji we bawer neke.

Li ku qeyûmek hebe em ê wî paqij bikin

Temellî di çarçoveya hilbijartina li Stenbolê de qala helwesta partiya xwe kir û anî ziman ku gelek li helwesta wan dipirse û got, “Ji hilbijartina Stenbolê re demeke kin ma. Hê jî helwesta me dipirsin. Me her tim got, em ê dîsa bi israr bibêjin. Li ku derê qeyûmek hebe em ê wî paqij bikin. Me bihîstie li Stenbolê jî qeyûmek heye em ê wî jî paqij bikin. Bêyî HDPê qala HDPê dikin. Dixwazin îdraka civakê saz bikin. Bi van îdraksaziyan nikarin encamê bigirin. Ji ber ku HDP xwedî pîvan e, û siyasetê li gorî wê dimeşîne. Têkoşîna me demdirêj e, hilbijartina Stenbolê jî beşek ji vê siyasetê ye. Bi YSK´ê dengê gel dizîn. Em ê têkoşîna xwe ya li dijî vê diziyê dewam bikin. Bi vî awayî gelek şaredariyên me desteserkirin. Lema em dibêjin, 23´ê Hezîranê em li Stenbolê bin, dengê xwe bi kar bînin û bi vî awayî xwedî li deng, vîn û paşeroja xwe derkevin.

ENQERE

Yazarın diğer yazıları

    None Found