Li Mexmûrê metirsî zêde dibe

Ev 62 roj in dorpêç û ambargoya ku rêveberiya Herêma Kurdistanê daniye li ser ser Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) dewam dike. Ji bo rakirina vê dorpêçê Dayîkên Aştiyê yên Wargehê tevî şert û mercên dijwar jî 17 roj in li benda kontirolê ya PDK’ê di navbera Hewler û Mexmûrê de di çalakiyê de ne. Dayikên Aştiyê yên Mexmûrê şev û roja xwe li wir derbas dikin. Heta niha rayedarên hikûmeta Herêma Kurdistanê ti bersiv nedana daxwezên dayikan. Dayik diyar dikin ku heta ku dorpêç bi dawî nebe wê çalakiya wan jî bi biryardarî dewam bike. Herî dawî Saziya Tendirustî ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmurê) bi daxuyaniyeke çapemeniyê diyar kiribû ku êdî di peydakirina dermanan de astengî derketine, dermanên pêwîst ji bo nexweşan nayên peydakirin. Her wiha Şandek Meclîsa Gel, Meclîsa Îştar û Şaredariya Wargeha Mexmûr di 14’ê mehê de xwestin serdana dayîkên aştiyê yên ku ev 17 roj in di çalakiyê de ne bikin lê ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hat astengkirin. Berxwedana Dayikan dewam dike. Roj bi roj rewşa nexweşên ku pêwîstiya wan bi bijîşkên pispor hene giran dibe. PDK nahêle ti nexweş derbazî Hewlêrê bibe û ev yek metirsiyeke mezin li ser rewşa jiyana welatiyan dike.

MEXMÛR

Yazarın diğer yazıları

    None Found