Li Nashvilleê Pira Delal

Li bajarê DYE´yê Nashvilleê li Nolensville Pikeê, Metro Arts projeyeke hunerê ragihand ku wê pê civakên cihê yên li bajêr û hawîrdorê di nava bajêr û li mekanên gelemperî bide nasîn. Yek ji van projeyan jî wê îstgeheke otobûsan be ku li serê resm û dîzayna Pira Delal a li Zaxoyê wê hebe. Ji bo vê jî Meclîsa Mtero Artsê wê hevkariyê bi navenda çandê ya Kurdistaniyan Selahadeen Center re hevkariyê bike.

ji bo projeyê wê 5 hunermend û komên hunermendan kar bikin û hemû jî yên Nashvilleê ne. Jairo Prado û Susan Prado wê dîzaynên birîqende û geometrîk bi kar bînin ji bo îstgeha otobusan a li ser kolana Nashville Zooyê.

Daniel Arite û Thandiwe Shiphrah jî ji bo rêya Joyner Avenue dîzayna îstgehekê kirine ku pê Fannie Hall Williams bi bîr tînin ku ji bo jiyana civakî gelek kar kiriye û di meseleya rêyan, ji bo peyayan bihurîna ji rêyan û proeyên trafîkê dane qebûlkirin.

Tony Sobota wê bi hevkariya bi Salahadeen Center û bi giştî bi civaka Kurd re îstgeheke otobosê ya ku wê Pira Delal a li Zaxo bi bîr bîne û darên herêma Kurdistanê jî pê re bi bîr bîne, bisîwirîne.

Ev proje hemû jî wê di dema çêkirin û bicihkirina îstgehan de bi lihevkirina beşdaran karibin bên guhertin.

NASHVILLE

Yazarın diğer yazıları

    None Found