Li Parîs 3. Kongreya TJK-F’yê

Tevgera Jinên Kurd li Fransayê (TJK-F) Kongra xwe ya salane bi beşdariya jinên Kurd ên ji gelek bajarên Fransayê li darxist.

Kongre li paytexta Franseyê Parîsê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd bi beşdariya nêzî 100 delegeyî pêk hat.

Piştî hilbijartina dîwanê aktîvîsta Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê Zeynep Dersim axivî û got, “Yên di vî şerî de bi ser bikevin wê li Rojhilata Navîn bibin hêza bingehîn a diyarker. Ji destpêkê ve yên di vî şerî de bi ser ketine Tevgera Kurd, Kurd in. Ji ber ku di dema rast de li devera rast xwe bi rêxistin kirin, rêveberiya xwe ya xweser ava kirin. Em dikarin vê bêjin; polîtîka hemû li gorî Rojava tên kirin. Me rêveberiya xweser ava kir.” Di konrgeyê de rêveberiya nû û hevberdevk hatin hilbijartin.

PARÎS

Yazarın diğer yazıları

    None Found