Li pey lîstikên nû ne

ERDEM HEREKOL / ROJNEWS/BEHDÎNAN

Piştî serhildana gelê Başûrê Kurdistanê ya li dijî baregehên eskerî ên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê û li dijî êrişan, lîstikên şerê taybet ên PDK’ê û MÎT’a Tirk dewam dikin.

Xelkê Başûrê Kurdistanê 26’ê Çile ketibû baregeha eskerî ya dewleta Tirk a  Sîriyê ya li Amediyê ya ser bi Dihokê û helwêsta xwe ya li dijî dagirkirinê, nîşan dabû. Piştî serhildanê PDK’ê û MÎT’ê li dijî gel bi gefxwarin, destgîrkirin û êrişan dest bi lîstika şerê taybet kir.

Gef li wan xwarin

Beriya niha jî di gelek nûçeyan de derketibû holê ku PDK û MÎT’a Tirk a li herêmê li dijî Tevgera Azadiya Kurd li ser lîstikeke nû ya gemarî dilîzin. PDK û MÎT piştî ku ji girtina bi sedan kesî, bi zorê axaftina ciwanan û gel û parvekirina dîmenên wan ên li ser medya civakî ti encam wernegirt, niha jî gefê li hin êlên Şêladizê, Amediyê û Dêralokê dixwe. Tê gotin eşîrên ku gef li wan hatî xwarin, ji bo ku tevlî meşa li dijî gerîlayên azadiya Kurd bibin, zor li wan hatiye kirin û bi zorê wê wan ji malên wan bibin meşê.

Ev kom wê kincên gerîla li xwe bikin

Li gorî agahiyên ku hatine wergirtin, piştî serhildana Şêladizê, PDK û dewleta Tirk dixwaze weke ku Tevgera Azadiya Kurd li dijî gelê Başûrê Kurdistanê xwedêgiravî zext û êriş kiribe, nîşan bide. Ji bo vê jî plansaziya avakirina kontrayên taybet hatiye sazkirin. Li gorî plansaziyê ev yekîne ji 10 kesan pêk tê. Bi taybetî wê ji kesên Bakurê Kurdistanê û kesên ku ji Tevgera Azadiyê reviyane, werin hilbijartin. Ev kom wê kincên gerîla li xwe bikin, li gundan zext û zordariyê li gel bikin. Tê gotin bi taybetî li qadên Behdînan û Zapê ev kom hatin avakirin. Ev kes li Zaxo û Dihokê ji kesên ku bi PDK’ê re tevdigerin û kesên ku berê ji Tevgera Azadiyê reviyane û bi asta rêveberiyê cih girtine, hatine hilbijartin. Bi vî rengî PDK û MÎT dixwaze gelê Behdînanê li dijî PKK’ê sor bike, dixwaze PKK’ê û gelê Kurdistanê bîne pêşberî hev.

Salên 90´î dubare dikin

Dewleta Tirk ji salên 90’î ve li Bakurê Kurdistanê xebatên kontra dimeşîne û heta niha bi hezaran Kurd hatine kuştin. Lê li gel van hemû hewldanên dewleta Tirk jî, gelê Bakurê Kurdistanê ji têkoşîna azadiyê qut nebû. Dewleta Tirk niha jî dixwaze bi destê PDK’ê û MÎT’ê van xebatên kontrgerîla li herêmên Başûrê Kurdistanê bike, bi wan Tevgera Azadiyê qels bike û bi gel re bîne pêşberî hev. Lê di serhildana Şêladizê de xuya bû, gel dixwaze eskerên Tirk ên dagirker ji Başûr derkevin.

Yazarın diğer yazıları

    None Found