Li Qelayê arşîva muzîkê

Emced Esed li Qela (Keliha) Hewlêrê yek ji dildarên muzîka Kurdî ye. Ew kasêt û şerîtên kevin ku wî berhevkirine dîjîtal dike û dike ku nifşên nû jî wan ji bîr nekin. Bi vê jî arşîveke wî ya berfireh a melodiyên Kurdî çêbûye.

Emced Esed ê 64 salî heta niha bi hezaran kasêt, plak û şerîd dîjîtal kirine û arşîva wî weke dîroka sedsalî ya muzîka Kurd e. Cihê wî yê bi navê Arşîva Muzîka Kurdî di nava Qelayê de ye. Li avahiya wî ya piçûk kasêt, şerîd û plak berhevkirî ne. Ev fikra berhevkirinê bi bapîrê wî dest pê dike: sala 1952ʼyan li bazara bajarê kevin ê Hewlêr wî dikan vekiribû. Ji sala 2017ʼan ve dikan êdî arşîv e û cihê xwe jî berkiriye nava Qelayê.

Emced ji bo qeydiyan dibêje, “Weke zarokên min in. Ew dawerivîne nava xwîna min.”
Herçî bibîranînên wî ne, ji bo wan jî arşîveke xweser lazim e: “Tê bîra min, di salên 1950ʼî wan de, Mihemed Erbîlî yê stranbêjê meqaman ji serokdewlet jî navdartir bû. Posterekî wêneyê serokdewlet Abdulkerim Qasim li ser bi 25 qirûşan bû, herçî posterên Erbîlî bûn, ew bi 50 qirûşî dihatin firotin.!”

Erbîlî, li Qelayê hatiye dinê û hîna şeş salî ye, sala 1938ʼan dest pê kiriye û stranên gelêrî yên bi meqam gotine. Li ser dîwarên mekanê Emced Esed resmên wî jî hene. Lê yên birayên wî Ehmed û Mehmûd jî hene ku ew jî weke wî stranbêj bûn.

Tevî ku pirraniya melodiyan bi Kurdî ne jî, li vir ne tenê melodiyên Kurdî parastî ne. Yên bi Erebî, Tirkmanî jî hene û heta yên ji çanda Cihuyan jî di nava vê arşîvê de cihê xwe digirin.

HEWLÊR

Yazarın diğer yazıları

    None Found