Li Rojava şahiya 20. salvegera KNK’ê 

Li Rojavayê Kurdistanê 20.salvegera KNK’ê bi şahiyekê hat pîrozkirin. Şahî li Hola Zana ya bajarê Qamişlo, bi pêşengiya  Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya şaxê Rojava, pêk hat. Li holê pankarta ‘20.salvegera KNK’ê pîroz bê” hat daliqandin. Nûnerên Rêveberiya Xweser, MSD, Kongreya Star, 28 partiyên siyasî yên Kurd, Ereb, Sûryan, oldar, malbatên şehîdan, Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê, rewşenbîr, nivîskar, elên Ereb, kesayetên serbixwe û rojnamevan beşdarî şahiyê bûn.

Êriş li ser hemû Kurdan e

Di destpêka şahiyê de, Endamê Konseya Rêveber a KNK’ê Ebdullkerîm Omar salvegera KNK’ê pîroz kir û got: “KNK`ê bi têkoşîneke mezin hewil daye ku yekitiya gelê Kurd ava bike. Dewleta Tirk a dagirker li dijî vê yekitiya gelê Kurd her roj êrişên xwe xurt dike. Niha jî dagirkerî li ser Başûrê Kurdistanê dide meşandin. Mixabin bêdengiyek navnetewî ji bo êrişên dewleta Tirk  heye. Êriş û hovîtiya dewleta Tirk  li ser Kurdistanê bi yekitiya gelê Kurd wê têk biçe.”

Parastina deskeftiyan erka KNK’ê ye

Endamê Konseya Rêveber a KNK’ê Adem Uzun jî got; “KNK’ê saziyekî Kurdistanî ye û li dijî yekperestiyê ye. Li Kurdistanê hemû pêkhate dikarin di nav KNK’de cih bigrin. Di nave KNK’ê de herî zêde jinê ked dane ji bo wê jî rola jinê sereke ye. Li Rojavaye Kurdistanê deskeftiyên dîrokî hatine bidestxistin û ev destkeftî divê em biparezin. Dewleta Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê rojanê gefan dixwe. Ji bo pêşîgirtina dagirkeriya dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê tenê rêya yekitiyê heye.”Şahî bi stranên hunermend Danîş Botan û Nesrîn Botan bi dawî bû.

 QAMIŞLO

Yazarın diğer yazıları

    None Found