Li Şarezûr gor û cihên dîrokî

Li herêma Şarezûr a bajaroka Erbet a Silêmaniyê cihên dîrokî ku xwe digihîne serdema Aşûriyan hat dîtin. Nêzî du hefteyane tîmek Zanîngeha Çûbû ya Japonyayê li gel Rêveberiya Şûnwaran a Silêmaniyê li girê Yasîn Tepe yê gundê Bêstansur ya herêma Şarezûr lêgerîn û vekolandina cihên dîrokî dike.

Li mûzexaneyê bê parastin

Di lêgerînê de ji derveyî dîtina çend goran, agirdanek jî hatiye dîtin ku ji bo çêkirina xwarinê hatiye bikaranîn. Ev gor û cihên dîrokî dibe ku bajarekî yê nîştecihbûnê be. Ji ber ku bi şêwekî endazyarî yê xweşik û axa sor hatine çêkirin. Her wiha tevahiya hestiyên ku hatine dîtin jî wê li mûzexaneya Silêmaniyê bên parastin. Rêveberê Rêveberiya Şûnwaran a Silêmaniyê Samî Cemîl li ser mijarê got: “Li sê cihan vekolîn û lêgerînê destpê kiriye. Di cihê yekem de, goreke biçûk me dît ku rûxiyaye. Di cihê duyemîn de, me gorek din dîtiye ku dîroka wê heta serdama Aşûriyan berî zanînê 700 heta hezar salan diçe. Di gorên dîtî de 7 mirî hatine dîtin. Dibe ku gor ên hikûmdarên vê herêmê bin.” Herwiha Dr. Şîn Îçî Nîşyama ku li Zanîngeha Çûbû mamostatiyê dike jî got; “Karê ku li vir tê kirin, karê hevbeş ê Zanîngeha Lubnanî û Zanîngeha Çûbû û Rêveberiya Şûnwaran a Silêmaniyê ye.”

SILÊMANÎ

Yazarın diğer yazıları

    None Found