Li Şehbayê 3 zarok birîndar bûn

Li Şehbayê gava zarok li derve dilîstin bombeyek bi wan de teqiya. 3 zarokên li Kampa Efrînê birîndar bûn.

3 zarokên li Kampa Efrîn li rojavayê kampê li bejahiyê dilîstin, bombeyeke çeteyên DAÎŞ’ê ya ku ji berê çandibûn, teqiya. Zarokên bi navê Mihemed Midewir Şêxo (7), Werdê Şêxo (7) û Cefer Şêxo (12) di teqînê de birîndar bûn. Zarokên ku birîndar bibûn rakirin beşa lezgîn a Avrîn a li navçeya Fafin a Şebayê.

Rêveberên beşa lezgîn ragihandin ku li cihên cuda yên bedena zarokan birîn hene û dermankirina wan didomin. ŞEHBA

Yazarın diğer yazıları

    None Found