Li ser banan û bin banan

Kevok, kevotk êdî hûn bi dilê xwe ne çi navî li wan dikin, lê ya rastî nexasim jî li bajaran pirr in. Tişta ku li dûv in jî her kurtêla nanekî xweş e. Em wan bi strana “Li ser bana û bin banan, ez kevok im lê lê” nas bikin jî dîroka wan biqasî gundewariya mirovan kevin e.

Lê çawa çêbû ku ev kevok evqasî zêde bûn? Û gelo dewra me mirovan çi ye ku van kevokan bajar ji xwe re kirin war?

Li gorî hesaban roja me ya îro bêhtirî 400 milyon kevokî li seranserê dinyayê hene û pirraniya wan jî li bajaran in. Axir ev cûreyê em nas dikin, ji paşiyên kevokên kovî ne ku bi navê ilmî weke “columba livia” tên nasîn.

Mezopotamya mala kedîkirina wan e

Serpêhatiya wan ji Mezopotamyayê dest pê dike. Li gorî bermahiyên arkeolojîk û fosîlan, em dizanin ku mirovên li Mezopotamya û Misrê dest pê kirine ku van heywanan bînin cem xwe, nexasim jî bi xwarinê wan bi xapê bînin nav deverên mirov li wan dimînin. Heta ew teşwîq kirine ku hêlînên xwe li ser erd û malên wan çêkin. Sedem jî ew bû, ku ew jî weke sewalan karibin bên xwarin. Nexasim jî ew ferxên wan ên têr goşt û qelew veguherîn jêdereke hekirî ya proteîn û dohn ji bo mirovan. Ha hingê mirovan dest bi kedîkirina wan kir û îro bi sedan cûreyên kevokan jî bi wê destpêkirina kedîkirinê, digindire û tê roja me ya îro.

Lê aliyekî kevokan ên din heye ku bi hêsanî dike ku evqasî zêde bibin; ew jî îştaha wan e. Teyr û tilûrên din mecbûrê tûreşk, tuerdk, drîhreşk, zad, toxum, kurmik, kêzikan in, lê kevok bi xwe dikarin hema hema her tişta ku mirov diavêjin ser ting û sergoyan bixwin. Yanî, teyr û tilûrên din spesiyalîst in û herçî kevok in, ew jeneralîstên mutleq in. Wexta weha ye, heger em li ber çavan bigirin ku cotek kevok dikare salê 10 ferxan bîne û mezin bike, em dikarin fêm bikin ka çawa kevok li bajaran evqasî zêde bûne.

MÊRDÎN

Yazarın diğer yazıları

    None Found