Li ser gotara damezrêner a dewleta Tirk

Mijara gotaran û tesîra wan li ser mirovan, mijarek e ku gelek caran ji neçarî ez lê vedigerim. Bi rasthatina salvegera êrişên dagirkeriyê yên Efrînê ez ê hewl bidin balê bikişînim ser aliyên gotaran ên çêkirina rastiyan. Li vir muhim e ku em rastî û heqîqetê ji hev bikin. Gotar heqîqetan çênekin jî rastiyan çêdikin. Sedema vê jî hêza wan a çêkirina maneyan e. Ji bo mînakeke besît, em behsa kêrê bikin. Heger kêr bi gotaran weke amûreke hûrkirina sebze, mîwe û goşt di peywendekê li nava midbex û çêkirina xwarinê de bê bicihkirin, kêr her ew kêr e. Lê heger kêr dîsa bi gotaran mîna sîleheke ji bo kuştin, birîndarkirin, tirsandin yan jî xweparastinê bê bicihkirin, maneya kêrê bi temamî diguhere. Ango em bi temamî behsa heman kêrê jî bikin, bi rêya gotaran di peywendên cihê de em behsa maneyên cihê û pêre jî rastiyên cihê dikin.

Xwedê ji te razî, çima tu behsa van tiştên pûç dikî, li vir pirseke di cîh de ye, ji ber wê ez berê xwe bidim mebesta xwe; dagirkerina Efrînê, beriya wê helwêsta beramberî referandûma serxwebûnê ya li Başûrê Kurdistanê û beriya wê komkujî û hovîtiyên li dijî Berxwedana Xwerêveberiyan, maneya ji gotaran wê de ya metna afirîner a dewleta Tirk ji bo Kurdan eşkere kir. Xala 54´an a Destûra bingehîn a dewleta Tirk dibêje, “Her kesa/ê bi welatîbûnê girêdayê dewleta Tirk e, Tirk e”. Tişta ku ev îfade dibêje, di çarçoveya avakirina miletê Tirk de, înkar û tinekirina hemû reng û dengên li derveyî “Tirk” e. Dewleta Tirk, di salên 20-30´yên sedsala bihurî de gelek reng û deng tinekirin, di salên 50 û 60´î de yên mayî tine kirin. Tenê weke reng û dengê ku qebqebûyê bike li mefhûma “Tirk“, Kurd man. Ji ber wê jî mirov dikare bi hêsanî bibêje, ev mefhûma Tirkbûnê ya fermî li ser tinekirin û qirrkirina Kurdan ava ye. Ango dijminatiya Kurdan hêmanê avaker ê gotara Tirkbûnê ye.

Di pratîkê de zilm, neheqî, ferzkirina asîmîlasyonê, qirrkirina ziman, redkirina îradeya siyasî, rengê çandî îsbata vê jî bin, weke gotara esasê wê metna damezrêner a wê dewletê ye ku xwe li ser “Tirkbûnê” ava dike. Ji ber wê yekê ne bele sebeb e ku Tevgera Azadiyê ya Kurd dewleta Tirk timî û sereqet weke pêşengê dijminatiya Kurdan bi nav dike. Tirkbûn, Kurdan û hebûna wan li derveyî sînorên xwe yîn dewletê jî weke tehlûke dibîne, heta wê radeyê ku statuya bi destûr û peymanên navneteweyî parastî li Başûrê Kurdistanê jî red dike, û qebûlkirina wê weke şaşiyekê bi nav dike. Ya rastî ji şaşiyê û wê de ji neçariya şerê azadiyê yê miletê Kurd li Bakur bû, her kes bi vê dizane, lê ji bo ku argumana me xurt bike, helwêsta wê bi kêr tê.

Axir gava ku mirov tesbîta, “Tirkbûn” li ser dijminatiya Kurdan ava bûye, li vir mirovên Tirk yek bi yek ne mesele ne. Yan jî berê Tirk nebûn, yan jî xwedî kokên cihê bûn jî ne mesele ye. Li vir ya ku muhim ew e ku nasnameya “Tirkbûnê” ya bi gotarên siyasî û civakî tê afirandin, xwe li ser tinekirina hemû rengan ava dike û yek rengê tinenekirî maye ew jî Kurd e. Ango dijminatiya Kurd esasê hebûna “Tirkbûnê” ye. Tirkbûn li vir mefhûmeke afirandî ye ji bo girseyekê, da ku dewleta Tirk xwe li ser ava bike.

Hinek radibin dibêjin, ev dijminatiya Tirkan e. Ma gava ku ez bibêjim, “Elmanbûna” serdema Naziyan li ser dijminatiya Cihûyan ava bû, ev dijminatiya Elmanan e? Nexêr, ne wisa ye. Tesbîtek e ku bi kêra diyarkirina helwêstên bêhtir di cih de bê. Ma keftûlefta siyaseta Tirkiyeyê ya li dijî statuya Rojava em ê li ku bi cih bikin, em ê kirinên li Efrîna dagirkirî çawa bi nav bikin heta ku em gotara Tirkbûnê û gotara damezrêner a dewleta Tirk fêm nekin!

Yazarın diğer yazıları