Li ser muzîka dawetan a li herêmên Kurdan

Murer kasetên Seîd Gebarî jî ji bîr nake, lewma wan kiriye ku muzîk bêhtir elektro bibe. Li gorî Murer her çûye bêhtir tecrûbe hatine kirin: “(Muzîkjenan) dest bi têkelkirina estetîkên gîtara heavy rockê tevî tengên taybet di nava amûrên bi pirranî dengêniyê yên muzîka gelêrî yên weke Zirne û Kemaşê kirin.”

Joshua Levkowitz di gotareke xwe ya di Al-Monitor de pêr derçûyî pirsa kî ne ew leheng, hîlebaz û nûkerên mûzîka Kurdî ya dawetan, kiriye û bi dûvdirêjî bi mijarê daketiye. Ew dawetên Kurdan weke maratonekê bi nav dike û dibêje, stranbêjên herêmî yên dawetan jî “divê guhdarên xwe cezb bikin bi stranên gelêrî, sirûdên neteweyî û heta muzîka teknoyê”.

Bi vê jî ew behsa dawetên li Başûrê Kurdistanê dike. “De bên! Ka bûk û zava!” Ebdulah Herkî bi van gotinan bang dike beriya ku keybordistê wî soloyeke frenetîk lê dixe ji bo reqsa dawetê.

Di gotarê de girîngiya dawetê di nava çanda civakî ya Kurdan de tê terîf kirin û tê gotin, ha ji ber vê jî “muzîkjen di dawetan de bi roleke diyarker radibin ji bo avakirina estetîkeke muzîkî di nava vê cejn û şahiyê de”.

Dom û Rom bûn niha Kurd in

Ji bo govendên dema dawetê em di meqaleyê de vê dixwînin: “Ev reqsên dawetê weke xelekên besît ên reqsê dest pê dikin. Lê di nava şevê de tevlîhevî û leza wê diguhere. Hin reqsvan ji rêzê qut dibin û hunerê xwe nîşan didin, yan di nava xelekekê de, yan di nava nîv xelekê de yan weke cot yan jî bi tena serê xwe.”

Li gorî wî muzîkjen li Kurdistanê dîrokî Dom û Rom bûne û ne Kurd bûne, lê belê piştî nîvê duyem ê sedsala 20´an Kurdan jî dest pê kiriye û ketine nav karê muzîka dawetan. Li Başûr muzîka dawetan li ser pişta Dahol û Zirnê ye. Lê ew belavbûna muzîka elektronîk li nav dawetan jî wiha terîf dike: “Roja me ya îro reqsên herî zêde mirovan bi xwe ve dikişînin ên dawetan êdî elektronîk in, dengê xumamî yê daholekê yan jî tembûreke elektro bi kar tînin. Li hin deverên li ser sînorên Iraq û Îranê komên muzîkê du keyboardîstan bi kar tînin. Dema ku xelek temam dibe, muzîkjenên tembûr, baxleme û sazên elektronîk, dengên mîna yên zirnê derdixin da ku rîtm û tempoya reqsê zêdetir bikin.”

Bê behremendî nabe

Ji muzîkê wêdetir, li gorî wî divê koma muzîkê karibe enerjiya dawetiyan bipîve da li gorî wê lez û tempoya reqsê diyar bike. Li gorî muzîkjenan bi xwe ya muhim jêhatîbûn e. Şoreş Bekir ê ku bi eslê xwe ji Efrînê ye û niha li Ewrûpayê muzîkê dike, dibêje, “Heger tu ne behremend bî, kes wê te neîne daweta xwe.”

Elî Avrikî ku li Dihokê navdar e ji bo perforamsa xwe ya serketî behsa anektodeke xwe ya beriya bi du mehan li Zaxoyê dike, “Ez li ser dikê bûm, û dema muzîkjenên min dest bi lêxistina amûran kir, ez welê xweş rûken bûm. De gava min lê xist û got, her kes dîn û har bû. Ne ceryan qut bû, ne jî zarokan dida qîran. Muzîk û dawetvanî xweş li hev hatin. Performansa li wê dawetê weke xewnekê bû.”

Wexta muzîkjen li Rojava bin, weke Omar Suleyman, karê wî tevlîhevtir e, divê ew di navbera xetên zimanê, çandî û siyasî de biçe û bê. Li Hesekê dema ku ew ji bo dawetan li muzîkê dixe, di navbera Kurmancî û Erebî de diçe û tê.

Li Bakur muzîkjenên dawetan hîna jî dikarin bên girtin, çawa ku par li Stenbolê 2 muzîkjenên dawetan ên Kurd hatin girtin.

Bismîllî Zeko û Seîd Gebarî

Li Bakur ev elektrobûna muzîka dawetan  kengî hat. Ji bo bersiva vê pirsê jî ew berê xwe dide etnomuzîkolog George Murer: “Bavê vî karî Bismîllî Zeko ye ji bo muzîkjenên dawetan ên li bakurrojavayê Kurdistanê. Endama wî dirêj e weke tesîr û îlhama wî ya dengî.”

Lê ew kasetên Seîd Gebarî jî ji bîr nake, lewma wan kiriye ku muzîk bêhtir elektro bibe. Li gorî Murer her çûye bêhtir tecrûbe hatine kirin: “(Muzîkjenan) dest bi têkelkirina estetîkên gîtara heavy rockê tevî tengên taybet di nava amûrên bi pirranî dengêniyê yên muzîka gelêrî yên weke Zirne û Kemaşê kirin.”

Herkî ku ji şagirtên Seîd Gebarî ye, hewl dide daimî stranên orîjînal nû bike û wisa bibêje, da ku li serê hemûyan be. Strana ku pê meşhûr bû “Habîbî Asmar Çokleta,” ya sala 2012´an têkeleke Erebî, Tirkî, Kurmacî û Soranî bû.

Ji bo guhdarên muzîka world

Meseleyên cidî li pêşiya muzîkjenên dawetan ê serketî hene û yek ji wan jî meseleya vîzeyan e da ku karibin biçin welatên din. Joshua Levkowitz meqaleya xwe wiha bi dawî dike: Zehmetî pir jî bin, hêvî heye ku guherîneke global peyde bibe, jixwe heger em nûbûna vî dengî li ber çavan bigirin. Tesîra rock, muzîka elektronîk a dansê, hip-hop û popê li stranbêjên Kurd bûye. Ev ê jî bivênevê bike ku guhdarên muzîka dinyayê bêhtir hez ji hilberîneriya ji Herêma Kurdan bikin. Di vê demê de ku muzîkjen li benda guhdarên berfirehtir û cihêtir in, wê timî dawetek hebe ku lê hunerê xwe bikin.”

Yazarın diğer yazıları

    None Found