Li ser standardbûna Kurmanciyê serêşandinek

Bedran PENABER*

MİROV dikare bibêje, zimanê Kurdî di warê nivîskî de heta astekê ber bi standardbûnê ve diçe. Lê ne yekstandardbûn, cotstandardbûn. Ew jî ku mirov bi awayekî zanistî lê binihêre, zaravayên di vî warî de serîhildayîn û hewl didin xwe bigehînin standardbûnê, zaravayên Kurmancî û Soranî ne.

Zimanê ku pîvanên wî di ferheng û yasayên nivîskî de bi awayekî bi rêkûpêk hatibe tesbîtkirin, di warê perwerdehî, qanûn, çapemenî û danûstandinên hukumî de tê bikaranîn û di aliyê axêveran de dewlemend û ne yê herêmeke tenê be, jê re zimanê standard tê gotin. Yanî zimanê bi pîvan.

Di nava herêmên welatan de li kîjan herêmê di aliyê hêz, danûstandinên hukumî, bazirganî û di warê ragihandin-medyayê de zêdebûna hêzê û axêveran hebe, şêwezar an jî zimanê wê herêmê dibe zimanê standard ê wî welatî û bi esasgirtina şêweyê axêverên wê herêmê pîvanên giştî yên zimanê standard tên diyarkirin û nivîsandin.

Bo nimûne: Ji ber ku li Libnan, Misir û Siûdiyê hêz, bazar, bazirganî û danûstandina derve û hundir ji welatên din ên Ereban cuda û pêşketîtir bûn, di nava Ereban de zimanê herî bedew ê Ereban ew tên qebûlkirin, tevî ku her dewletekê li gorî xwe zimanekî xwe yê standard heye jî. Dîsan heger em lêbikolin, zimanê Tirkan ê standard şêwezar-devoka Stenbolê ye. Sedema wê jî ji serdema Osmaniyan ta roja me, yek jê navendîbûn-mezinahiya Stenbolê, ya din jî di warê danûstandinên navxweyî û derve de, tim Stenbol bûye qela-navendeke bê hempa ya împaretorî û dewleta Tirk. Ji ber vê hêza mezinbûn û dewlemendiya axêveran a bê hempa Stenbolê mohra xwe li standardbûna zimanê Tirkî xistiye.

Taybetiyên Zimanê Standard

Zimanê standard an jî zimanê hatî standardkirin; ew ziman e ku xwe dispêre diyalêkt/idyom an jî devokeke diyar û bi giştî zimanvan, perwerdekar, wêjevan, rewşenbîr, rojnamevanan û bi taybetî saziyên fermî bi yasa û ferhenga ziman hatî pesendkirin û giştî jî wî zimanî bi kar tîne; hingê taybetiyên zimanê standard (zimanê bi pîvan) tê gotin. Yanî zimanê ku bêhtirê xwe di daîreyên fermî yên dewletan, rêveberiyan de tê bikaranîn e. Ew ziman e ku pirraniya zanyar, helbestvan, romannivîs û yên din pê berhemên xwe dinivîsin.

Standarbûna Zimanê Kurdî

Gelo ta çi astê zimanê Kurdî bûye zimanekî standard an ber bi standarbûnê ve diçe?

Ji bo ti girêkor di serwextbûna mijarê de nemîne, beriya ku bersiva pirsa li jor bê dayîn, pêwîst e ku bersiva pirsa “zimanek çawa dibe zimanê standard?” bê dayîn.

Di nava hemû gelan, hemû welatan û hemû rêveberî an jî desthilatdariyan de zimanek hema ji xwe ve nabe zimanê standard û standardbûn çênabe. Ji bo standardbûna zimanan a ku tê xwestin çêbe, pêwîstî bi saziyekê, bi hêza avakirin û parastina ziman heye. Û her bi vê ve girêdayî ji bo zimanekî akademîk, pirrwate û bi hêz ava bibe, divê ev saziya behs li serê, kesên şareza û zimanvan bihewîne; rê li pispor û şarezayên ziman veke, derfetan bide wan. Ji ber ku ew hosteyên avakirên wateyê û mayîndekirin dîwarên qehîm ên ziman in.

Û divê ev saziya ziman berpirsyar be ji hemû guhertin û pîvanên ziman re, him di warê ferhengsazî (leksîkolojiyê) him jî di warê rêziman, dengsazî, peyvsazî û hevoksaziyê de. Li gorî vê pêwîst e ku bêyî destûra vê saziyê ango saziya ziman ti çapxane peyvên ku ji aliyê wê ve nehatin erêkirin, çap neke. Heger bêyî destûra saziya navbirî awayê peyvê û pîvan li gorî şexsan hatin çapkirin, divê ew sazî bi awayekî qanûnî dozê li wê çapxaneyê veke û ceza lê bê birrîn. Nexwe, heger saziyek wisa di asta jor de çênebe, wê standardbûna Zimanê Kurdî demeke dirêj bajo.

Vêca em werin ser bersiva pirsa xwe ya li jor: Gelo ta çi astê zimanê Kurdî bûye zimanekî standard an ber bi standardbûnê ve diçe?

Mirov dikare bibêje, zimanê Kurdî di warê nivîskî de heta astekê ber bi standardbûnê ve diçe. Lê ne yekstandardbûn, cotstandardbûn. Ew jî ku mirov bi awayekî zanistî lê binihêre, zaravayên di vî warî de serîhildayîn û hewl didin xwe bigehînin standardbûnê, zaravayên Kurmancî û Soranî ne. Lê yek jî negihiştiye standardbûna bi dilê xwediyên projeyê. Erê zaravayê Soranî ji zaravayê Kurmancî gelekî zêdetir xwe di warê nivîskî û axaftinê de daye avakirin, lê di pîvan û avakirina peyv-ferhengsaziyê de hîna pirr standardnebûn xwe tê de dide der.

Kurt û Kurmancî; ji bo ev pirsgirêka standardbûnê çareser bibe û yekstandard an jî cotstandarbûna zimanê Kurdî çêbe, berpirsiyariyeke mezin ji Saziya Zimanê Kurdî tê xwestin.

Bo nimûne çend xal ji berpirsyariyên saziya zimanê Kurdî ku saziyek birûmet a pispor, şareza û zimanvanan e:

  • Divê dahênerî û yasayên zimanê Kurdî ji aliyê saziyê ve bên diyarkirin, ev erk di destê şexsan de nemîne.
  • Nabe qanûn rê pê bide ku çend saziyên ziman hema wisa hebin an jî bên avakirin. Heger zimanê Kurdî yekstandard be, divê tenê yek Saziya Zimanê Kurdî hebe. Cotstandard be (Kurmancî û Soranî be) wê çaxê divê tenê du Saziyên Zimanê Kurdî hebin.
  • Ji derveyî erêkirina vê Saziya Ziman, nabe ti kes peyvek, navlêkirineke li gorî kêfa dilê xwe çêkirî têxe nava ferhenga Kurdî. Li gorî vê, kesek an jî kesên li derveyî saziyê, di aliyê rêziman, avakirina peyveke nû û navlêkirinan de bi ziman ve xerîk dibin, divê rê jê re bê dayîn ku hizrên xwe bi awayekî fermî pêşkêşî dîtina pispor, şareza û zimanvanên vê saziyê bikin. Li gorî erêkirina vê saziyê bi qedrê wan hizran bê zanîn, ew bên erê an jî nakirin.
  • Dîsan di ABC´ya Kurdî de kîjan deng tên bi karanîn û kîjan nabe bên bikaranîn, divê sazî bi awayekî fermî diyar bike.
  • Her wiha di warê navlêkirina peyvan, tiştan û têgehan de bi egera ku têkevin nav zimanê çapê, divê navlêkirinên bi vî awayî yên ku guman li ser hene ji aliyê saziyê ve werin zelalkirin û navlêkirina ku ji aliyê saziyê ve hatî erêkirin, bi awayekî fermî di malper û alavên wan ên ragihandinê de werin belavkirin. Ango çawa şaredarî ji avahiyan, sazûmaniya mal û bînayan, paqijiya kuçe û kolanan berpirs e, saziya ziman jî bi her awayî ji paqijî û avakirina ziman berpirsyara giştî ya yasayî ye.

Ji bo vî xisûsî çend nimûneyên xuyayî:

  • Hinek dinivîsin lêker, hinek dinivîsin kar, hinek dinivîsin kirin, hinek fê´l …
  • Omer, Emer, Umer.
  • Elî – Alî – ‘Elî
  • Mesûd – Mes’ud – Mesiûd
  • Se’îd – Seîd…
  • Seet, siet, saet û wekî din…

Pêwîst e ku yek ji van nav û navlêkirinan ji aliyê saziyê ve were hilbijartin û bi giştî ew awayê nav û navlêkirinê mîna qanûna ku nabe biguhere di warê nivîsandinê de bê bikaranîn.

Mijara şêwezar û devokan

Bi giştî ev xisûsên di vê mijarê de bêguman dema têkevin zimanê çapê, divê di warê nivîskî de li ber çavan bên girtin. Nexwe na, di warê devkî de bêguman divê herkes li gor şêwezar, devok û fonotîka xwe bide û bistîne.

Mebest ji zimanê standard divê ne kuştina zaravayan be; zarava weke dewlemendî dikarin li herêmên xwe di warê perwerdehiyê de werin parastin û dewlemendkirin. Û bi vî awayî li ser bingehê zaravayekê, ji zaravayên din sûd tê girtin û zimanê giştî yê standard an jî cotstandard tê avakirin.

Yazarın diğer yazıları

    None Found