Li ser wergera edebî serêşandinek

Yek ji pirsgirêkên wergêran di hin nivîsan de ew e ku wergêr wateya hin peyvên ku di çand û jîngeheke taybet a wergerê de di bingeha xwe tine û di ferhengan de ew peyv û wergêra wê neyê dîtin.

Êdî wê demê, berpirsiyariya kesê wergêr mezin e. Em bi çavekî vekirî û zelal cihana wergerê bişopînin û di pey wê re em wan berhemên  cîhanî yên navdar wek bi zimanê çavkaniyê bixwînin, em ê bi cêwaziyeke mezin bihisin. Li vir, ji bo ku wergêr zêde dûrî meseleyê neçe û ji milê berpirsiyariyê ve xwe nede alî, radihêje hinek pîvanên paralel û wê demê ew xebata wergerandî her çiqas ne serketîbe jî, dibe wergereke ber bi çav.

Di milê pêweran de heger em mînakên Ewrûpî û Eraban bidin berhev, cudahiyên di navbera Ewrûpî û Eraban de wiha ne:

Di çanda Ewrûpî de, bo nimûne, têgîna di navbera nêr û mê de heye, têgînên ku di çanda Erebî bi rengekî din heye. Li hawîrdora Ewropî, hin navên xwarin û cilûbergên di çanda Ereban de jî di nava cîhana wan a wergerê de ew jî bêserûber in.

Ji aliyekî din ve û di nav de hin prosedurên qanûnî û civakî yên di cîhan û jîngeha wergerê de hatîn tomarkirin nîşaneyên vê yekê ji me re zelal dikin.

Hin ji berhemên William Shakespeare (1582-1616) bo Kurdî (Kurmancî) hatine wergerandin, weke Hamlet. Min bi Erebî û bi zimanê Elmanî jî ew xwendiye, û heger hûn tevan bidin berhev û li Kurdîya wê binêre, hûnê cudahiyê bibînin. Hamlet cara pêşî ji hêla derhêner Celîl Toksoz ve li şanoya Kurdî hat wergerandin. Toksoz sala 1986´an çûye Holandayê û sala 1994´an Dibistana Şanoyê ya Amsterdamê xwendiye.

Celîl Toksoz ji bo ku projeya xwe û xewna xwe pêk bîne, vedigere Amedê û li wir Hamleta Shakespeare bi Kurdî bi wergera Kawa Nemir derdikeve ser dikê.

Çîroka Hamlet li dora mijarên gerdûnî yên wekî çavnebarî, tolhildan û nasnameyê digere. Ev mijar di dîroka Kurdan de jî xalên herî girîng in. Gelek şirovekar di wê baweriyê de ne ku Hamlet wekî kevneşopiya dengbêjiyê ye û nêzî mijarên Kurdan e.

Mînaka me ya din romana Yên Belengaz (Les Miserables) e. Romana nivîskarê Fransî Victor Hugo (1802- 1885) hatiye wergerandinî gelek zimanan. Gelek wergêran ew wergerandiye Erebî jî, lê ew rastî hin zehmetiyên di milê hinek pîvanên wergeriyê hatin.

Ev romana nav birî, 1862´yan cara yekê hate çapkirin, û yek ji nûtirîn romanên sedsala nozdehan e. Victor Hugo di vê pirtûkê de rexne li neheqiya civakî ya li Fransa di navbera ketina Napoleon û şoreşa têkçûyî ya li dijî Şah Louis Philippe de vedigire. Victor Hugo, Dostoyevskî dijberî şirovekirina tarîtî ya psîkolojiya mirovî ye ku ew nekare biaxive an jî pê re mijûl bibe, û xirab dibe, nîşan dide ku ew nirxa xwe ji vê xisûsa taybet derîne.

Romana bi serbestberdana Jean Valjean di 1815´an de, xasma li bajarê Fransayê Denné dest pê dike, piştî ku 19 salan di zindanên Toulonê de dimîne. Sedem jî ew bû ku ji ber dizîna nan ji bo xwişka xwe ya birçî, pênc sal ceza lê hatibû birrîn, û ji ber hewldanîn wî yên revê jî bi 14 salên din ên hepsê wî jî ceza dikin. Axir bûyer wilo dewam dikin.

Ev cudahiyên hanê pirsgirêka nekêşbarkirina zimanê çavkaniyê ji zimanekî din re dihewînin. Li vir û bi gelemperî, meriv vê pirsgirêkê bi rengekî wergerandinê ve girêbide wê rast be, ango nivîsandina peyva bi zimanê ku jê re hatiye gotin, li gorî awayê ku ew di zimanê çavkaniyê de tê gotin, wê ji sedî sed cudahî hebe.

Lêbelê, hate dîtin ku ev çareserî di pir rewşan de ne pêkan û alîkar e, ji ber ku hewce ye ku wergera wergêr bi xwe di nav wateyên di çanda zimanê çavkaniyê de têkildar be û wergerandina wî ya di vê meseleyê de dibe ku bi tevahî pêdivî û hewcedariya wî di wan waran de were kirin, ji ber ku wî li vir mijar kir mijarên ku di qad û cîhana wergera wî de naçe ser asoyên çareseriyê.

Heger heger em birastî behsa Kurdî bikin, em zimanê xwe Kurdî bi hemî şêwezaraên wê binihêrin, gelek caran hevokên wergerandî li gora senteksa Kurdî nayên avakirin. Lê bi awayekî yekser wergera peyvan tê kirin, lewma jî mirov tênagihîje bê ka derdê wergêr yan jî yê wergervan çi ye û çi nîne. Dibe ku ev jî di zimanê çavkaniyê de jî wilo be.

Ev xisûsên asê di pirtûkên wergerandî de siberojê werin çareserkirin.

Yazarın diğer yazıları