Li ser xeta Mamê xwe ne

Mazlûm Şengalî:Vî gelî êdî soza xwe daye, êdî kesek nikare pêşiya meşa azadiya vî gelî bigire û asteng bike.Mam Zekî ji bo me tifaq bû emê li ser xeta wî bi meşin.

Yekîneyên Berxwedana Şengalê YBŞ û Yekîneyên Jinên Şengalê YJŞ’ê Endamê Konseya Rêveber a KCK´ê û endamê Kordînasyona Civaka Êzidî Mam Zekî Şengalî di yekemin salvegera şehîdbûna wî de bi merasimeke girseyi bi bîr anîn. Zekî Şengalê 15’ê Tebaxa 2018’an di encama êrîşek hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bû. Li çiyayê Şengalê bi tevlîbûna şervanên YBŞ/YJŞ’ê û xelkê Şengalê merasîmeke heybet hate li darxistin. Di marasîmê de malbata Mam Zekî Şengalî jî amade bû. Ji fermandariya YBŞ/YJŞ’ê Mazlûm Şengalî di merasîmê de axivî û got: “Bi ruhê têkoşîna Mam Zekî Şengalî em ê azadiya gelê xwe mîsoger bikin û got: “Em di şexsê şehîd Mam Zekî de hemû şehîdên şoreşê, şehîdên 73’ê fermana û tevahî şehîdên pênc salan a di Şengalê de hatiye dayîn bi rêzdarî bibîr tînin. Êrişa li ser Mam Zekî êrişa li ser tevahî cîvaka Êzîdî bû, ev êriş li ser paşeroja civaka me bû, li ser tifaqa me bû, li ser rêxistinbûyîna me bû. Em dizanin ku hedefa dagirkera çiyê, hedefa wan ew e ku paşeroja civaka me çêne be û her tim em bê hêz û tifaq bin. Ev êriş li ser hemû rêxistinê Kurdistanê bû, destkeftiyên şoreşê bû û li ser hemû mirovahiyê bû, hemû bawerî û çandan bû. Ji ber ku Mam Zekî temsîla hemû gelan û mirovahiyê dikir ev êriş pêk anîn.”

Emê Êzîdxana pîroz biparêzin

Mazlûm Şengalî li ser rola YBŞ ya ji bo parastina Êzîdxanê jî got;”YBŞ´ê cihê hesap xwastinê ye, YBŞ cihê tol girtinê ye, cihê kerametê ye, cihê rûmetê ye, cihê xwe naskirinê ye, YBŞ cihê têkoşîn xurtkirinê ye, cihê biratiya gela ye, cihê wekheviyê ye, cihê morovahiyê ye. Li ser vî esasî her ciwanek, her keçek Êzîdxanê pêwîste cihê xwe di van rojên dîrokî de di nava YBŞ/YJŞ de bigre. Lazime ne tenê Şengalê pêwîste xelkê me yê li Başîka û Şêxan jî bigihîjin mafê xwe. Pêwîste em mafê gelê xwe bi têkoşînê bi dest bêxin. Çi têkoşîna di warê rêxistinî çî ji di warê siyasî dibe wê ew têkoşîn me bibe serkeftinê.Em weke Şagirtê Mamê xwe ama denê Şengal û Êzîdxana pîroz biparêzin.”

Wê bibe pîvanê têkoşîna me

Mazlûm Şengalî di dawî de got; ”Vî gelî êdî soza xwe daye, êdî kesek nikare pêşiya meşa azadiya vî gelî bigire û asteng bike. Di vê oxirê de şehîd Berxwedanan, şehîd Şengalan, şehîd Dilgeşan, şehîd Nûjiyanan, şehîd Berîvanan û bi sedan şehîdên Şengalê yanî 329 qehremanan ji bo gel bigîhîje maf û azadiya xwe canê xwe feda kirin. Ev yek ji bo me pîvan e, felsefeyek e. Şehîd Berxwedan terzê têkoşîna me ye. Banga me ji bo hemû gelê me ev e; çawa ku Mam Zekî ji bo me tifaq bû. Em dibêjin; êdî roj roja tifaqiyê ye. Roj roja yekîtiyê ye, roj roja azadiyê ye, mafê xweparastinê ye. Pêwîst e ku em berjewendiyên şexsî bidin aliyekî, ji ber ku ev berjewendiyên şexsî zirar dide gel. Ji ber vê lazime em hemû di bin sîwanekê de kom bibin. Careke din em dibêjin têkoşîna Mam Zekî wê me bibe serkeftinê. Li ser vî esasî em ji tevahî hevalan re serkeftinê dixwazin.”

ŞENGAL

Yazarın diğer yazıları

    None Found