Li Serdeştê Çarşema Sor

ÎBRAHÎM ÊZIDÎ / ROJNEWS/ŞENGAL

Li Serdeşta Çiyayê Şengalê, Çarşema  Nîsanê, (Çarşema Sor) tê pîroz kirin. Berpirsiyarê Asayîşa Êzîdxanê Şêrzad Şemo, li ser amadekeriya pîrozbahiyê peyivî. Şêrzad Şemo diyar kir ku wan ji bo ewlehiyê hemû amadekarî kirine û got, “Em weke asayîş di hemû rojên şahî û yên taybet de weke erkekê, gel diparêzin. Ji bo cejna Çarşema Serê  Nîsanê jî amadekariyên me temam in. Ji ber ku gel di vê rojê de ji herderî serdana Şengalê dikin.”

Cejna Çarşema Sor, îro saet 13.00’an li herêma Serdeştê tê pîrozkirin. Bernameya pîrozbahiyê gelekî dewlemend e. Wê ji Êzîdxanê û Ewrûpayê hunermend beşdarî şahiya cejnê bibin.

Bername dewlemend e

Berpirsiyarê Asayîşa Êzîdxanê, Şêrzad Şemo li ser bernama pîrozbahiyê ev agahî dan; “Cejn wê heta saet 22.00’an dewam bike. Hunermend Adrîs Bagok, Hunermend Xemdar, Koma Rizgar, Xemgîn Qamişlo, Koma Silêman Helo, Koma Çiyayê Şengalê, Koma Amara, Şanoya  Bavê Teyar, Şanoya Dengê Pêşerojê, Helbestvan Ferhad Merdê, Eliyas Qîranî, Dexîl Garo, Şemo Kamo jî di bernameyê de hene. Heyetên ji derve û hundir jî  hatine vexwendin. Tevahiya sazî, rêxistin, hêz û partiyên siyasî yên li Şengalê, qaymeqam û cîgirên wî, Mala Êzîdiyan a herêma Cizîrê, Tev-Dem, PYD, Rêveberiya Xweseriya Bakurê Sûriye û Rojava, Nûnerên Şîeyan ên Şengal û Teleferê wê tevlî pîrozbahiya cejnê bibin.

Yazarın diğer yazıları

    None Found