Li Sovyeta berê Kurdan konferansa xwe çêkir

Konferansa 12’emîn a Yekîtiya Saziyên Civaka Kurd a Navneteweyî yên li welatên Sowyeta berê li paytexta Federasyona Rûsyayê Moskovê pêk hat.

Ji Qezaxistan, Gurcistan, Ermenistan, Qirxizistan û bajarên cuda yên Rûsyayê nêzî 70 delegeyî beşdarî konferansê bûn.

Tevî delegeyan parlamenterê HDP’ê yê Mûşê, Ahmet Yildirim, siyasetvan û rewşenbîrên Kurd mêvanên konferansê bûn. Hevserokê Yekîtiya Saziyên Civaka Kurd a Navneteweyî Araf Azamnî destpêkê axivî û karê du salan nirxand.

Azamnî diyar kir ku Kurdên li welatên Sovyeta berê bi saya Tevgera Azadiyê ya Kurd xwe bi rêxistin kirine û got, “Saziya me li her welat û bajarê ku lê rêxistinbûyî ye ji bo gelê me karekî girîng kiriye.”

Azamnî got, “Karên me yên dîplomatîk bi giranî ji bo parastina destketiyên gelê Kurd bûn.”

Serokê Yekîtiya Kurdên li Qezaxistanê, Îbrahîm Hesikî jî got, “Eger em xwe bi rêxistin nekin em ê asîmîle bibin. Hin welatên Sovyeta berê dixwazin Kurdan ji hev cuda bikin.”

Hevserokê Êzîdxan a Moskovê Egîdê Fero jî bala xwe da asîmîlasyonê û got, li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê divê biryarên girîng bên wergirtin.

Hevserokê Otonomiya Federal a Çanda Kurd a Rûsyayê Ferhat Patiyev jî got, ji bo karibin bersivê bidin pêwîstiyên gelê xwe, divê xwe û karên xwe bêhtir xurt bikin.

Hevseroka Otonomiya Çanda Kurd a Stavrapolê Nazê Bozûeva girîngiya dersên Kurdî ji bo zarokan bi bîr xist û got, “Ji bo ev kar bi rêk û pêk bê kirin mamosteyên dersên Kurdî didin û mamosteyên ku karibin çanda me ya Kurdan hîn bikin ji bo me pêwîst in.”

Yazarın diğer yazıları

    None Found