Li Strasbourgê dengê Kurdan

Di navbera Elmanya û Fransayê de li ser çemê Renê bajarekî kevnar ê dîrokî ye Strasbourg. Destpêka avakirina wî xwe digihîne berî mîladê salên 410´an. Wek navenda Şerên Sed Salan, Sih Salan û şerên din yên di demên cihê yên dîrokê de şahidiya gelek dijwarî, sosretî û wisa jî dilşadiyan kiriye. Çar caran di navbera Elman û Fransiyan de dest guherandiye. Vê gavê bi bajarê Kehl a Elmanya re wek du taxên bajarekî lê hatiye. Li navenda pira di navbera herdu bajaran de xetek heye ku ew jî herdu bajaran ji hevdu vediqetîne. Lê kesên pê nizanin, nikarin wê xetê jî bibînin. 

Li Strasbourgê gelek biyanî dijîn, pirrzimanî û pirrçandî ye. Di nav wan de pirraniya wan ji welatên Efrîkayê û wisa jî yên ji Tirkiye û Kurdistanê jî wek hejmarên zêde dihêne qebûlkirin.

Niştecihên bajêr pirranî bi Elmanî jî dizanin, lê ji ber sedemên şerên dirêj yên dîrokî û wisa jî herdu şerên cîhanî, heta neçar nebin bi Elmanî napeyivin. Her wisa niştecihên vê derê xwe wek gelê Alsace (Alsas) bi nav dikin ango xwe wek Fransî nabînin, heta dem bi dem doza xweseriyê jî dikin û di gelek rêgez û di warê birêvebirinê de jî ji Fransayê cihê ne. Wek mînak, di warê olî de jî li gorî laîsîzma navendî tevnagerin, pirraniya wan mesîhî û ji mezheba katolîkan in, lê protestan û yên din jî lê dijîn. Katedrala bi navê Noterdamê sala 1015´an hatiye avakirin, 142 metroyî bilind e û bi terza gotîk hatiye lêkirin û neqişandin. Pêrar, hezar saliya wê li bajêr pîroz kirine. 

Li vî bajarî, ev 19 sal in bênavber û birêkûpêk reng û dengê Kurdan li dar e. Sedemên ku Kurdan ev bajar ji xwe re wek navenda çalakiyên dîrokî hilbijartî jî, hebûna saziyên mafên mirovan yên navneteweyî û wisa jî yên siyasî ye.

Kurd jî bênavber konê xwe yê azadiyê li kêleka parka mezin a Orangerie ya li ser kolana Avenue de L´Europe vedidin. Li vir Konseya Ewûpayê, Parlamena Ewrûpayê û li aliyê din jî saziya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê hene. Ango li sêgoşeya navendî ya saziyên girîng ên Ewrûpayê dengê Kurdan, hawara gelekî bindest, qêrîna mirovên li dû azadiyê û banga wan a xwedîderketina li nirxên mirovahiyê, bilind dibe.

Piştî ku nûçeya bêyom a derbarê jiyana birêz Abdullah Ocalan de di medya xeyalî de li Tirkiyeyê hat belavkirin. Kurd demildest daketin kolanan û li gelek bajar û deverên cûr bi cûr yên Ewrûpayê çalakî li dar xistin. Niha li vir ji welatên wek Swîsre, Belçîka, Fransa û Elmanyayê bi qasî 500 kesî hene, di nav wan de jin, zarok heta bi kalên heştê salî û ciwanên nûgihiştî li meydana çalakiyê cihê xwe girtine. 

Bi gelek jin û mêrên di çalakiyê de derfeta me ya sohbeta derbarê sedemên çalakiya dawî de çêbû. Gelekan ji wan got, gava ev nûçe gihiştiye wan, wek agir bi mala wan bikeve û hinan ji wan jî got; agir bi kezeba min girt. Wisa jî destpêkê li cihên lê dimînin beşdarî çalakiyan bûne û dûvre berê xwe dane bajarê ku êdî niştecihên wî jî, ji dirûşma: Ji Ocalan re azadî ji Kurdistanê re aşîtî re aşîna ne. 

Gelek ji wan ji salên heştêyî ve li biyanistanê ne, gelek ji wan di dema hatina Ocalan a Romayê de jî li wir bûne, gelek ji wan Ocalan wek kesekî ji malê, wek mirovekî pirr nêzîk û wek parçeyekî ji dilê xwe dibînin. Bê mûbalexe gelek ji wan jiyaneke bêyî Ocalan qebûl nakin heta naxwazin pirseke wiha bi guhên wan jî bikeve. Gava hind kes dibêjin: Ji bîr nekin ku Ocalan jî mirovek e û her mirov neçar e li gorî demekê li vê cîhanê bibe mêvan jî yekser nerazîbûnê nîşan didin û dibêjin, "Em naxwazin li ser babeteke wisa hîç hizir jî bikin!"

Jinên malan yên ku heta serdema şoreşê nema dikarîbûn li civat û civînên mêran rûnin û deng bikin, niha wek hevserokên meclîsan yên bajarên mezin di çalakiyan de bêyî ku mêrên wan jî li cem wan bin bejna xwe li ba dikin. Her wisa mirov ji wan dipirse hûn Apoyî ne jî, birûyên wan cot dibin û dibêjin: Ji dil û kezebê!

Pêr roja çaran a çalakiya rûniştinê bû û şandeyek bi navê çalakgeran çû serdana saziya CPT´yê. Rayedarên saziyê got, di encama hewldanan de heta niha rast li xetereke li ser jiyana birêz Ocalan nehatine. Lê gelê Ocalan ji vê agahiyê têr nebû û got, heta em bi zelalî ji rewşa serokê xwe agahdar nebin, em ê ji vir neçin. 

Di encama ked û hewldana van pênc rojên pîroz de gotina parlementara Ewrûpî Julie Ward di guhan de ma: Bêguman zilma li serokê we hatî kirin di dîrokê de bê nimûne ye, lê xwedîderketina we jî, her wisa bê nimûne ye, ez we ji dil pîroz dikim!

Yazarın diğer yazıları