Li Swîsreyê pîrozbahiyên PKK’ê

Salvegera 41’ê ya damezrandina PKK’ê li bajarên Basel, Bern û kantona Tîcîno yên Swîsreyê bi meşên bi meşaleyan hate pîrozkirin.

Aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên Azad li bajarên Bern û Baselê û kantona Tîcîno yên Swîsreyê salvegera damezrandina PKK’ê bi meşên bi meşaleyan pîroz kirin.

Li Bernê jî Kurdistanî tevî dostên xwe li Reîtschuleyê li hev kom bûn û bi meşaleyan li navenda bajêr meşiyan. Di meşê de aleke mezin a PKK’ê hate hildan.

Li bajarê Bellînzona yê kantona Tîcîno jî Kurdistanî û dostên xwe bi pankarta “Rojava biparêze, rê nede dagirkeriyê” û alên PKK’ê meşiyan.Piştî meşê li Pîazza Collegîatayê mîtîngek pêk hat.

ANF/NAVENDA NÛÇEYAN

Yazarın diğer yazıları

    None Found