Li van xwînfiroşan binêrin

Di serdemên desthilatiya wan de bazirganiyek baş bi pêş diket. Li deverên ku ew lê peyda bibûn, ji wan re yecûc û mecûc jî gotibûn. Dibe ku şibandin, remz an jî efsane bin, lê çêroka yecûc û mecûcan pir baş li bejin û bala wan serdestên Asyayî dihat. Em binêrin ka di efsaneyê de çawa behsa wan aferîdeyên sawdar tê kirin.

Komên ji her aliyên cîhanê ji bo şer û xerabiyê li hev civiyayîn, gava ew li ser zemînê belav dibin, pêşî berê xwe didin cihên avî. Ew mirov an jî aferîdeyên bejin kin, çavên piçûçik, sûretên girover di golan de firek jî avê nahêlin. Yên li pey wan tên, dibêjin: “Di serdemekê de li vê derê pir av hebûye. Hemû bi hev re mîna mirina mirovek, wê bimirin. Ji ber laşên wan bostek erda vala jî wê nemîne. Li ber wan wê ne çiya û ne jî hesin li ber xwe bide. Ji wan yên di rêza duyemîn de jî, guhekî xwe mîna nivîn radixin binê xwe û yê din jî weke lihêf digirin ser xwe û radizên. Fîl, hiştir, heywanên kovî û beraz çi bi destê wan bikeve dixwin. Gava yek ji nav wan dimire, wî jî dixwin. Wê serekî wan li Şamê û yê din jî li Xorasanê be. Dê golên li Rojhelat û ava gola Teberiyê jî hemû fir bikin.

Li gorî baweriyê ew dê rojekê ji pişt bedena ku lê girtî ne bifilitin. Niha ew girtî ne, lewra beden an jî sedeke dirêj a ji hesinê hat lêkirin ku pêşiya wan digire. Ew aferîde ku di pirtûkên pîroz de weke zarokên ademî jî tên binavkirin, wê rojekê li cîhanê belav bibin û xerabiyên dijwar bi serê civakê de bînin.

Li gorî hind şîrovekaran ew beden bedena Çînê ye û ji bo pêşî lê girtina êrişên barbaran hatiye lêkirin. Lewra ji ber êriş û talanên wan barbaran gelên li aliyê din yê bedenê nema dikarîbûn debara xwe bikin. Her tişt û her derfet li ser wan dihat birîn. Kesên êrişkar ji bilî talan û cerdê bi ti kar û kedê nedizanîbûn. Ji bo berdewamkirina jiyana xwe divabû tim û tim li ser deverên şên û geş êrişê bikin û talanê rakin.

Di efsane an jî çêroka navborî de dîrok û cih zêde ne diyar e. Gelek şîrovekar ji ber hindê wê qewmê di efsaneyê de bi serdestên Tirk re wekhev dibînin.

Di van demên dawî de û bi taybetî jî piştî êrîşa hêç û hovan ya li ser rojavayê Kurdistanê de yek ji hêmanên çêrokî û efsaneyî ya herî zêde di hişê min de zingînî dike jî ev yecûc û mecûc in. Gava mirov piçek jî be hişê xwe li paş ve vedigerîne bêguman ew girava bi navê Rojava ya di navbera çar aliyên barbar de tê bîra mirov. Li wê giravê mirovên cûr bi cûr yên ji alî û neteweyên cihê di nav pergaleke nû sazkirî de hewla jiyaneke wekhevî û aştiyê didan.

Di encama têkbirina dijminên xwînxwar de hêdî hêdî bi ser xwe ve dihatin û xaka sotî bi dar û baxçeyên rengîn ve diçandin. Zarok, kal û pîr bi tevahî civaka li herêmê pergaleke ku bi tenê di romanên xeyalperestande bahsa wê dihat kirin, ji xwe re bi can û gewde kiribûn. Yên derbederbûyîn jî li warên xwe vedigeriyan.

Bazirganên xwînê, bazirganên laşên mirovan, bazirganên her cûre xerabiyan, bazirganên her cûre nirxên hêja xwe li ber wê pêşketinê ranegirtin. Gava mirov dêna xwe dida êrîş û talanên wan, yecûc û mecûc jî li ber wan pir mesûm diman û dimînin. Niha li qada ku wan dagir kirî, mirov nemane, ji zarokan bigir heta kal û pîran di encama çekên jehrîn yên kîmyewî de bi sedan mirov hatine kuştin, bi sedan jî bi birînên dijwar re di navbera jiyan û mirinê de têdikoşin. Avên golan û çeman bi çekên jehrîn hatin ziwakirin, gul û giyayên rengîn hatin sotin û li dewsa baxçên gulan û bihuşta Adenê kavil û wêrangehên li ser ‘Ev der berhemeke Tirk a şanaziyê ye.’ Ma.

Yê berhemê afirandî bi serbilîndî û şanazî berê dida welatê Amerîka. Amerîka jî herî kêm bi qasî wan di wê afirandina gola xwînê, sotina bedenên pitikên Kurd û radestkirina gund û bajarên Kurdan de xwedî guneh û tawanên giran bû. Lewra bi dilşadî hevdu hembêz dikirin û serokê Amerîkayê ku ew jî bi bazirganiya xwe navdar bû, bê ku şermê bike digot: “Ez gelek heyranê wî me!” Rast e ew heyranî pir li bejna wî jî dihat. Lewra razemeniyên wî û yên malbata wî yên li Tirkiyeyê û danûstandina xwîn û laşên mirovan yên di navbera wan de jî, ji cîhanê re eyan û beyan bû.

Bazirganên xwînê zarokên Kurdan di serdema ku mrovahî û tevahiya cîhanê bi nirxên mirovahiyê pesna xwe didan de, digot: “Ne bes e, heta yek ji wan jî li bihûşta afirandî bimîne, ez ê li êrişên xwe dewam bikim.

Û bazirganê din jî bi şanazî digot: “Yecûc û mecûcên rasteqînî ji encamê memnûn in, her wisa qurbanî jî ji rewşê razî ne.”

Di wê kêliyê de dayîkan li ser laşên parçebûyî yên zarokên xwe govendê digerand û nalîna ji cegerê digihişt asîmanî: “Ey bazirganên xwîna zarokên Kurdan, xwînfiroşno…Hûn ê di wê gola xwînê de bixeniqin!”

Yazarın diğer yazıları