Li Washingtonê çalakiyê bal bir ser xwe

Kurdistaniyên li Washingtonê û dostên wan serdana Erdogan a Washingtonê û hevdîtina wî ya bi Trump re protesto kir. Serokê DYE´yî Trump tevî daxwaz û hişyariyên ji nava partiya wî û ji partiyên din hemûyan jî, Erdogan vexwend Qesra Spî. Kurdistaniyan hewandina Erdogan ê qirker li Washingtonê protesto kir.

Yek ji kesên di nava protestoyê de cihê xwe digire jî Murat Yasa ye. Wî sala 2017´an jî di dema serdana wî de Erdogan protesto kiribû, hingê zilamên Erdoganî ew bi giranî birîndar kiribûn. Murat Yasa yê 62 salî pêr dîsa li Washingtonê bû û gava Erdogan û Trump bi hev re rûniştibûn, ew protesto dikirin.

Ew dibêje, “Ez gelekî hestiyar im helbet. Lê ez li vir im û ez ê dev ji doza xwe bernedim. Vê carê ez ê amade bim.”

Çalakgereke din Elif Genc a ji Torontoyê ye. Ew jî 2017´an bibû hedefa êrişa parêzvanên hov ên serekçeteyê Tirk Erdogan. Juriyeke mezin Tebaxa 2017´an doz li 19 kesan vekir li Washingtonê, lê bihara 2018´an bi carekê doza li dijî 11 parêzvanên Erdoganî hatibû betalkirin.

Çalakî mezin û çalakger gelek bûn

Murat Yasa dibêje, heta ku Trump serokê DYE´yê ye, ew bawer nake ku ew kesên sûcdar in û êrişî wan kirine, bên mehkemekirin. Jixwe ji ber wê ez dîsa beşdarî çalakiyê bûme. Lê vê carê çalakî mezin e û çalakger gelek in. Emerîkiyan jî Kurd bi tenê nehiştin û peyama em bi dostên xwe yên Kurd re ne, dan.

Murat Yasa dibêje, heger derfeta wî çêbe ew ê ji Trump re bibêje, “Li Tirkiyeyê ne mafê mirovan û ne jî demokrasî heye. Te serokdewletek vexwend û wî jî êrişî welatiyên te kir. Ma tu wê Emerîkayê ji nû ve wiha mezin bikî? Ma wisa tu wê bikî ku ew rêzê ji welatiyên te re bigirin? Tu şaş î!”

Di nava çalakgeran de Yewnan û Ermenî jî hebûn. Wan jî bi pankartên xwe zilma dewleta Tirk li Yewnan û Ermeniyan protesto kir û qirkirina Ermeniyan a beriya bi 104 salan bi bîr xist.

WASHINGTON

Yazarın diğer yazıları

    None Found