Li welatê şanodost û hunerhez Amedê

Asteng ji şanoyê re nîne

Li paytexta dilan Amedê, 6´emîn Festîvala Şanoyê bi beşdariya şanogerên ku ji 3 parçeyên Kurdistanê hatine, bi kelecan dewam dike. Komên şanoyê yên beşdarî festîvalê bûne, bi tevahî bi derfetên xwe û bê berdêl lîstikên xwe  li dika Şanoya Bajêr a Amedê pêşkêş dikin. Lîstîkvanên Kurd tevî hemû bêderfetiyên aborî dibêjin, “Asteng ji şanoyê re nîne” Tevî hemû bêderfetiyan Şanoya Bajêr a Amedê îsal jî bi dirûşma “ Ji xewn û xeyalan ber bi azadiyê ve” 6´emîn Festîvala Şanoyê li bajarê Amedê saz kir. Festîvalê bi pirranî Kurdî ye Bi beşdarbûna komên ji 3 parçeyên Kurdistanê ango ji Bakur, Başûr û Rojhilat, li hola şanoya bajarê Amedê di dema festîvala hunerî de hin rojan, lîstekek hin rojan jî du lîstîk dertên pêşberî şanohezan. Piraniya şanoyan bi Kurdî ne. Sena Ozbey jî Şanogerekî Şanoya Bajêr a Amedê ye ku piştî ku qeyûm Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dagir kir, bi 13 hevalên xwe re wî jî koma xwe belav nekir û niha bi derfetên xwe vê festîvalê saz dikin. Ozbey dibêje, ti alîkariyeke aborî ji bo wan nehatiye dabînkirin û mêvanên wan hemû bi derfetên xwe beşdarî vê festîvalê bûne. 
Di her şert û mercî de huner Şanoger Sena Ozbey îşaret pê dike ku ew çalakiyên xwe yên hunerî bi derfetên xwe li dijç dagirkeriya qeyûm dewam dikin û wiha dipeyive: “Mêvanên me yên festîvalê, li malên me dimînin û em bi hev re xwarinan çêdikin, bi vî awayî lêçûnên me kêm dibin, em dibêjin, di her şert û mercî de huner her pêwîst e.” Festîval wê heta 13´ê Gulanê dewam bike û ji gelek bajarên Kurdistanê şanoger û hunerhez li xwe girtine. Komên wek Kanî Theatre, Peymangeha Hunerî ya Ciwanên Silêmanî, Şanoya Hawar, Şanoya Artîn a Mahabadê jî vexwendiyên ve mihrîcanê ne. 
Amed şanodost e Şanogerê rojhilatî, Seîd Qaremanî ji bo festîvalê dibêje, “Em ji bajarê Bokanê wek Theatre Kanî beşdarî festîvala Amedê dibin. Xelkê Bakur elaqeyeke mezin nîşanî karên me yê hunerî dide. Amed bajarekî şanodost û hunerhez e, ez û hevalên min gelek kêfxweş in ku li vê derê mêvan in.” Di Festîvala Şanoye ya Amedê de, ji bilî lîstikên şanoyê gotûbêj û pêşandanên hunerî jî cih digirin, festîvala ku 4´ê vê mehê dest pê kiriyê, wê 13ê vê mehê bi konsera muzîkê ya koma Rojhilatê Kurdistanê a bi navê “Rojhilat Ma” bi dawî bibe.

AMED

Yazarın diğer yazıları

    None Found