Li Zanîngeha Zurichê îtaetnekirina sivîl

Xwendekarên Zanîngeha Zurîchê îtaetnekirina sivîl li zanîngeha xwe bi çalakiyên cihê reng 24 saetan bi rê ve bir û pişta Berxwedana Rûmetê ya Rojava girt.

Çalakger Andie Schiemann: Zêhniyetên faşîst dixwazin destketiyên Kurdan tine bikin. Em ê li her devera em lê ne, behsa Rojava bikin û wê biparêzin.

 Çalakger Julian Mannhan: Ji wan we ye, bi dagirkirinê ew ê karibin sîstema demokratîk tine bikin. Ew çi dikin bila bikin, şoreş wê bijî û kapîtalîst wê bi bin bikevin.

HULYA ÇETÎN / ZURICH

Ji bo şermezarkirina dagirkeriya qirker a dewleta Tirk li Rojavayê Kurdistanê, Zanîngeha Zurichê bi çalakiyeke îtaetnekirina sivîl ji bo 24 saetan tevî çalakiyên cihê reng hat dagirkirin.

Înîsiyatîfa Xwendekarên Zanîngeha Zurichê ev çalakî organîze kir. Beriya destpêkirina çalakiyê belgefilma “Di navbera rastî û utopyayê de Rojava” li zanîngehê hat nîşandan. Piştî vê, Beşa E zanîngehê ji bo 24 saetan hat dagirkirin.

Tevahiya şevê çalakî hebûn

Pêşî li ser dîwarê derve yê zanîngehê pankartên li ser wan nivîsandî “Bijî Berxwedana Rojava”, “Dewleta Tirk ji Rojava biceheme” hatin daliqandin. Beşa E ya dagirkirî jî bi alayên YPG û YPJ´ê hat xemilandin. Xwendekaran doh heta berê sibê jî semîner, panel û sohbet li ser Rojava pêşkêş û organîzekirin.

Ji beşdarên çalakiyê Andie Schiemann got, “Li dinyayê welatên demokratîk hene, lê yek ji wan jî yekser bi destê miletî nayê birêvebirin. Ji ber vê yekê, zêhniyetên faşîst dixwazin destketiyên Kurdan tine bikin. Em ê li her devera em lê ne, behsa Rojava bikin û wê biparêzin. Rojava niha tê dagirkirin. Her kesê xwedî wicdan divê li cihê lê çalakiyan bike”.

Şoreş wê bi ser keve

Ji çalakgeran Julian Mannhan jî bêdengiya dinyayê rûreş kir û got, “Ev bi sedsalan e li ser dinyayê hegemoyaya mêran serdest e. Ji ber vê yekê sîstema li Rojava zorê li Tirkiyeyê û hêzên din dike. Ji ber ku jin şer dike û li her warê jiyanê jin heye. Ji wan we ye, bi dagirkirinê ew ê karibin sîstema demokratîk tine bikin. Lê ew çi dikin bila bikin, şoreş wê bijî û kapîtalîst jî wê bi bin bikevin.”

Çalakiya dagirkirina zanîngehê bi çalakiyan doh êvarê bi dawî bû.

Yazarın diğer yazıları

    None Found